Share |

Yelda Ebasî bi hunera xwe festîval Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê xemiland

Di çarçoveya 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê de, hunermenda kurd ya navdar Yelda Ebasî bi ahengekê, mîhrîcan xemiland.

 

Di çarçoveya 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê de, hunermenda kurd ya navdar Yelda Ebasî bi ahengekê, mîhrîcan xemiland.

 

Mêvana 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê, ku ji aliyê Navenda Çandê ya Mezpotamyayê (NÇM) ve hat lidarxistin, Yelda Ebasî bû, mêvanekî din ê festîvalê, hunermendê bi nav û deng yê Şingalî Tehsîn Xidir bû lê ji ber ku rê nedan derbasî Tirkiyê bibe, nekarî tevlî festîvalê bibe.

 

Yelda û koma wê ya hunerî, li Şanoya Kenterê konserek dan. Konser rastî eleqe û bala gelek kesan hat. Ji ber ku gelek kes beşdarî konserê bibûn, gelek welatî li ser piya mabûn û bi kêf û peroş guhdariya Ebasî dikirin.

 

Di konserê de dema Ebasî strana xwe ya bi navê "Lê Yarê" stirî, li eywanê kêliyekê bênavber çepik ji Ebasî û koma wê re hatin lêxistin. Piştî konserê NÇM pilaket diyarî Ebasî û koma wê kir. Her wiha di salonê de gelek guhdarvan bi Ebasî re wêne kişandin û Ebasî li ser dikê bi guhdarvanan re bi awayekî giştî "selfîe" kişand.

 

Yelda Ebasî, sala 1987ê li navçeya Şêrwan a eyaleta Xurasanê ya Îranê ji dayîk bûye û li navçeya Qoçanê ya Xurasanê jî mezin bûye. Yelda ji zarokatiya xwe de di nav çalakiyên hunerî de bûye û beşa teknîk (IT) xwendiye. Wê keça kurd karî di heyamek kurt de bibe xwedan nav û dengek mezin di nav kurdan de.

 

Yelda ji bilî mûzîkê, lîstikvaniyê jî dike û cara yekemîn sala 2008ê di belgefîlmekê de lîst. Wê belgefîlmê gelek xelat jî bi dest anî. Yeldayê di warê mûzîk û hunera xwe de gelek xelatên mezin standiye.

 

Yelda Ebasî armanca hunera xwe wiha tîne ziman: “Ez dixwazim mûzîka kurdî li Xurasanê zindî bikin…”

 

BasNews