Share |

Zubêr Salih 8 helbestên Melayê Cizîrê kirin stran

 

Hunermendê Kurd Zubêr Salih bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê albumeke nû bi navê Meynenoşê derxist.

Albuma ku ji 8 stranan pêk tê û li Stenbolê hatiye çapkirin, ji helbestên helbestvanê Kurd Melayê Cizîrî û awazên hunermend bi xwe ne.

Zubêr Salih heta niha gelek helbestên Melayê Cizîrî kirine stran, lê ev yekemîn albume ku hemû stranên wê yê Melayê Cizîrî ne.

Ev yekemîn berhema hunermendekî Rojavayê Kurdistanê ye ku Tora Medyayî ya Rûdawê Sponoriya wê dike.

Zubêr Salih bi xwe ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ev 14 salin li Almanyayê dijî.

 

https://soundcloud.com/rudaw/zuber-salih-mey-ne-nose

Hewlêr (Rûdaw)