Share |

Zuhêr Hesîb layîqî xelata salê ya HRRKê hat dîtin

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) îro li bajarê Qamişlo xelata xwe ya yekem a îsal pêşkêşî doktorê Zanîngeha Şamê yê di hunerên ciwan de, Zuhêr Hesîb kir.

HRRK bi dirûşma ‘Em hemû Efrînî ne' festîvala xwe ya 5emîn li Kobaniyê li dar dixe

Di konfranseke rojnamevanî de, HRRKê aşkere kir, ku ew xelata yekem a îsal didin hunermendê şêwekar Zuhêr Hesîb, ku bi qasî 1000 dolarî ye.

Li gorî nûçeya Rûdawê Serokê rêxistina HRRKê, Ehmed Husêynî di bersiva pirsa, gelo hûn li ser çi bingehî xelat didin kesatiyan got: "Ji xwe pirsên hilbijartinê gelek caran tên kirin, ka mirov xelatê bide kî/ê. Bi rastî gelek mirov hêjayî xelatan in, ji wan xelatan mezintir û dewlemendtir. Li vê parzemînê gelek afirêner hene, dahêner hene, rojnameger hene, sînameger, helbestvan, nivîskar û şanoger, ku bi rastî dikarin roj bi roj şopa xwe di hundirê me û rihê me de û di xeyala me de bihêlin."

Di bersiva pirsa, gelo we li ser vî esasî û ji ber kîjan karê wî, mamostayê Zanîngeha Şamê, Zuhêr Hesîb xelat kir, Huseynî got: "Weke pîvan me negot, ku şanoger be yan nivîskar be, me got kesekî/ê afirîner be. Zuhêr Hesîb, ku ez bi vê helkevtê ez pîrozbahiyê li wî dikim, kesekî wisa bû ku di rengên xwe de, di çavên xwe û temaşekirina xwe de, erê li Şamê bû lê me hest dikir ku bi me re ye, her çend rast e ku ew li Şamê jî bû. Hesîb di êşên me de bi me re bû, di merasima cenazeyên me de û di birînên me de bi me re bû."

 

 

© Sputnik / Hediye Levent