Share |

Reply to comment

 

Ji mûzîkê zêdetir kevneşopiya cilûbergan bala her kesê kêşa ser xwe

Stenbol: Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), guhdariya muzîka "Diwan-a Dubeytî” ya helbestvanê Kurd ê navdar Baba Tahirê Uryanî Hemedanî pêşkêş kir.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), berhema helbestvanê wêjeya klasîk a kurd Baba Tahirê Uryanî Hemedanî ya bi navê "Diwan-a Dubeytî" bi guhdarên xwe re parve kir. NÇM'ê li Dika Hunerên Pêşandanê Avê guhdariya muzîkê pêşkêşî hunerhezan kir. Hunermendên NÇM'ê, li Amed, Cizîr, Nisêbîn û Qoserê derketin ser dikê. Hunermendên NÇM'ê, ji ber erdheja Wanê bernameyên xwe yên Misirc, Bîsmîl û Stenbolê betal kiribû. Hermena Hemedanî ya ji 13 beytan pêk tê rastî eleqeyek mezin hat.

Di guhdariyê de ji muzîkê zêdetir cil û bergên kevneşopiya kurd dide nîşandan bala temaşevanan kişand ser xwe. Pêşandana ku rastî eleqeyek gelek mezin hat, beşdaran li ser piyan li çepikan xistin. Piştî guhdariyê hunermendê NÇM'ê Serhat Kural, diyar kir ku ew êşa welatiyên Wanê parve dikin û girtina parêzeran şermezar kir. Kural, xwest rojên aştî, aram û wekhevîyê bi ruh bibin û ji bo vê yekê têdikoşin.

Baba Tahirê Hemedanî kî ye

Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî di navbera salên 937 û 1010'an de jiya ye. Ew bi Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî tê naskirin. Ji ber ku ew ji maqûlên ola ehlê heqê (yarsan) bû digotinê Baban ku hevwateya peyva pîr e ya ku ji bo rêberên olî dihat bi karanîn. Wî bawerî bi sofîzmê hebû û ji ber hindê jî navê Uryanî yanî rûtî li xwe kiribû. Ew li Hemedanê ji dayik bûye û her li wê derê jî miriye. Wî bi zaraveya lûrrî nivîsiye, lê goranî jî zaniye û ew carna di helbestên xwe de tevlî zaraveya xwe kiriye. Helbesta wî bi dildariya xudê û afrînerî pir e û bi pesindana ciwaniyê ku belge ye li ser hebûn û yekbûna afirînerî, xudêyî mişt e. Diyar dibe ku wî helbestên xwe bo Yarsaniyan nivîsîne û li cem wan wekî sirûd û stran dihatin gotin. Destnnivîsên Baba Tahirî ya dubetiyên wî di arşîvên cîhanî de hebûn û hindek rojhilatnasan ew di sedsala 19 û 20'an de bi wergera wê bo zimanên xwe yên mîna îngilîzî, fransî û elmanî weşandibûn.

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options