Share |

Reply to comment

hunermend Îsa

 

 

"Paradoks e ku tevî Îsa tucarî neçûye Kurdistanê, lê dîsa jî ew yek ji mûzîkjenên xwedî xeyala herî zêde ye li ser asta mûzîka kurdî"

Hunermend Îsa Hesen bi berhemeke nû dîsa deng ji xwe tîne. Ya rastî ew deng ji buzuqa xwe tîne. Bi "So buzuq" (wisa biziq) Îsa heftemîn berhema xwe pêşkêşî hezkiriyên hunera xwe dike.

"So" peyveke ingilîzî ye û gelek wateyên wê hene: wisa, bi vî awayî, ji ber vê yekê, ango û yên din. Îsa dibêje ku ji ber pirwateya vê peyva ingilîzî wî ew ji bo sernavê albûma xwe hilbijartiye.

"So buzuq" ji neh perçeyên instrumental pêk tê. Çendîn biziq amûra sereke ya vê berhemê ye, lê awazên amûrên mîna piyano, gîtara flamêngo û kontrabass jî beşdarî afirandina berhemên nû yên Îsa dibin. Hunermendê kurd Îsa li ser berhemên xwe dibêje ku ew "bi rihê xwe kurdî ne, lê ew bi aranjimaneke taybetî hatine amade kirin, da ku bikevin guhên hezkiriyên mûzîkê li seranserî cîhanê".

Balkêş e ku ev berhema hunerî ya kurdî-cîhanî ya hunermendekî fransî-kurdî ji aliyê Instîtûya Cîhana Erebî li Parîsê ve dikeve bazarê. Vê instîtûyê di hundirê albûma "So Buzuq" de bal kişandiye ser nasnameya neteweyî û ya hunerî ya kurdî ya Îsa û nivîsandiye ku "paradoks e ku tevî Îsa tucarî neçûye Kurdistanê, lê dîsa jî ew yek ji mûzîkjenên xwedî xeyala herî zêde ye li ser asta mûzîka kurdî". Îsa Hesen di sala 1970ê de wek kurê malbateke kurd ji herêma Mêrdînê li Beyrûtê paytexta Libnanê çêbûye û ji çardeh saliya xwe ve li Fransayê dijî.

Kesên ku bixwazin li awazên di "So buzuq" de guhdarî bikin, dikarin vê yekê di su konsertên Îsa de bikin; îroj li bajarê Lomme ê fransî û sibe li Parîsa paytext.

29.03.2012: Maison Folie Beaulieu de Lomme, 33 Place Beaulieu, 59160 LOMME

30.03.2012: Institut du Monde Arabe - officiel1, rue des Fossés-Saint-Bernard Place Mohammed-V, 75005 Paris

 

https://www.facebook.com/profile.php?id=666324227

 

Rudaw

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options