Share |

Reply to comment

Hezkiriyên hunera kurdî!
Hezkiriyên hurdu dengbêjên rehmelê Cemîl Horo û Bavê Selah!

Em îsal, roja Şemiyê, 20. 10. 2018 an, wek cara pêșîn li Ewropayê bi helkeftina salvegera koçkirina herdu dengbêjên naskirî yên Çiyayê Kurmênc ( Kurdax ); rehmelê Cemîl Horo û Bavê Selah ahengekê li dardixînin.
Hêjayî gotinê ye, ku nivîsevan û rexnevanê navdar Heyder Omer wê peyvekê li ser huner û kesayetiya Cemîl Horo pêșkêș bike. Dîsa jî nivîsevan Mamed Cimo wê çend bîranînên xwe li gel Cemîl Horo bîne ziman. Hevalê komîta me ya amadekar Nezîr Palo jî wê kurtegotinekê li ser jiyan û hunera Bavê Selah pêșkêș bike.

 

Komîta amadekar a " Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah " vê carê xelatê pêșkêșî hunermendekî ku ked û emeka wî di vejandin û pêșvebirina huner û muzîka kurdî de heye, dike.
Bi dilxweşî, em we vexwendî vê bîranînê dikin. Beşdariya we hêzekê dide hunera kurdî û dîwarê qedexekirina li ser çanda me diherifîne. Bila em ji bîr nekin jî ku rojên wisa, ji xwe wek erkekî rewşenbîrane bibînin û xwe jê paş ve nedin.

Navnîşan:  Fahrenheit str 49.   53125 - Bonn
Roj: Şemî: 20. 10. 2018   Katjimar:  14. 00

Jibo pirs û têkiliya:  Nezîr Palo: 01787273256.   Inayet  Dîko: 01725245901.  Evîna Welat : 01773552313 E.   Elî Cefer:  01749392118.   - Mail: cemilhoro@autlook.de
Komîta amadekar a " Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah "
Bonn  08. 10. 2018

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options