Share |

Reply to comment

 

Dezgeh û Malpera Sema ku li Mirgehên Yebûyî yên Erebî hatibû damezrandin, bi mebesta pêşxistin û hevnasandina çand, huner,

raman û rewşenbîriya navdewletî ev sê sal in ku xebatên xwe bê rawestan berdewam dike. Bi hilkeftina asoya medya û ragihandinê Dezgeh û Malpera SemaKurd di xebatê xwe de bê rawestan dimeşe û xwe gihand qonaxa sala çaremîn. Bi vê munasebeta bîranînê em pêwistiyê pê dibînin ku li ser hin kar û xizmetên vî Dezgehî rawestin ku çand û hunera Kurdî kirye erk li ser şanê xwe û pêşxistina wan kiriye armanc di pîlanên xwe de.

 

Mebesta ji avakirina Malpera SemaKurd ew bû ku wan xebatên ku dezgeh pê radibe ragihîne raya giştî û wan xebat û çalakyana belav bike. Ev malpera ku ji sê zimanê serekî pêk tê: Kurdî, bi her du zaravên xwe, Kurmancî û Soranî, Erebî û Ingilîzî. Ji bo ku em rastiya çanda xwe û wêneyên wê yên xweşik bighînin milletên li der dora kurda û bi taybetî gel û rewşenbîrên Ereb ku em karibin bibin pirek di navbera her du çanda de û ew çandên bi sedên sala digel hev de ne û ciranên hev in.

Wexta ku em bên û li ser ezmûna malpera SemaKurd ya sê salan rawestin merev dibîne ku rewşenbîr, nivîskar û xwendevan bi giştî gelekî girîngî danê û bala wan gelek kişandiye, nemaze wexta em li jimareya kesên ku derbasî malperê dibin binerin ku 800 hezar Hîtz di nava meha Mijdara sala 2008an de û nêzî 7 meliyon kes di nava 11 mehên derbas bûyî de seredana Malperê kirine. Ev serdan û temaşekirin gelekî zêdetir bû dema ku me Malper di bihara vê salê  de bi şêweyekî xweşiktir û moderntir kir. Piştî nûkirina malperê hin xizmetên din lê hatin zêdekirin, wekî girtina dengan ku şîrovekirina ramanên temaşevanên malperê yên li ser asta Malpera Sema ji aliyê şekil û naverokê dertanîn ber çavan. Ji kesên ku malper şopandine û ramanên xwe bi dengdana xwe diyar kirine ji van temaşevanan 75% dengan, gotine malper xweşik û bi rêkûpêk e û hejmara van kesan 1402 ye. Yên şopandine 15 % kesan desntnîşan kirine ku ev Malper normal e û tiştek balkêş tê de tune û hejmara van kesan jî 279 kes e. Yên malper şopandine 10% an gotiye ku ev malper ne xweşik e û hejmara van 225 kes in.

Hêjayî gotinêye ku Malpera Sema Kurd bûye Dengê Revenda Kurd li Mîrgehên Erebî û bûye edrêsa hevgihîna wan. Bi riya malpera SemaKurd kesên bê kar Agahiyan li ser deverên ku bi hacetî karkirane me bi taybet di nav malperê de ji vê pêwistiyê re pencereyek vekir  û em bawer in ku gelek kesan ji vê xizmetê sûd wergirtin. Û her wiha bi taybet malper ji şîn û şahiyên komeleya revenda kurd re bû adres û mahzûvanî kir. 

 

Di dawiyê de em bi dilekî germ pîrozbahiyê arasteyî her kesê hişt ku stêra Sema li asîmanê çand û hunera Kurdî geş bibe û her dîsa spasiya hemû kesên ku nivîsên wî/wê yê rind û baş rûpelên Sema xemilandin.

 

Bi navê desteya birêvebir ya Malpera Sema em spasî birêvebir û xudanê Dezgeha Sema birêz Arif Remezan dikin û em serkeftinê ji karê wî re dixwazin.

 

 

 

 

 

 

 

Desteya Birêveberiya Malpera SemaKurd

 

 

 

06 December, 2008 09:24:00

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options