Share |

Çavên min!...Helbest: Dr. Ebdilmecît Şêxo

Îro ez li rex dareke sêwî

Li tenîşt hîmeke devliken û serxweş

Li çiyayê Lêlunê

Di bin bareneke buharî de

Li gundê xwe rûnîştî me

Min çavên xwe jî bi bîriya te kil dane

Zû were!..

Min deriya gulistana sînga xwe

Li ser piştê vekiriye

Tikaye!..

Îro li hespê rewan sîwar nebe!

Neçe çiyayê Hawarê!

Li askan negere!

Bila ez îro nêçîra te bim

Çavên min!

Tu zanî

Min îro selekek pîvok

Ji zeviya sîngê xwe ji te re

Beref kirine

Çavên min!

Bila ez qorbana dayika te bim..

Tu neh mehan di zikê xwe de

Ji min re tîmar kiriye

Lê tu îro li hespê xwe sîwar nebe!

Min îro bejna xwe

Bi fîstanek keskesorî

Ji bo te tenê xemlandî ye

Û pêlkên xwe mîna pêlên

Kaniya evînê (Basutê) ji te re hûna ye

Li ber sêmfoniya darên serjêkirî

Lavêjên Zerdeşt ji kevneşopên

Gira Endarê re dixwînim..

Lê tu were nêçîra aska xwe

Çavên min!.