Yekîtiya Dildarên Kurd (DILKURD) ragihand ku ew nebûna Prof. Dr Kadrî Yildirim di xebatên xwe yên li ser Kurdî yên 4 salên borî de hîs dikin.
4 sal di ser koçkirina dawî ya zimanzan, akademîsyen û lêkolînerên Kurd Profesor Dr. Kadrî Yildirim re derbas bûn.
21 heyva Sibatê roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanî ye. Ev cejin pîroz be û dergihê roja azadiya hemû zimnên bindest be ,bi taybet zimanê Kurdì. Xwîşk û birayên delal : Bi vê helkeftina pîroz bo we Buxteyek li ser dîroka Zimanê Kurdî.
Tevî ku rûbera Rojavayê Kurdistanê ji parçeyên din ên welêt biçûktir e û hejmara şêniyên wê kêmtir e jî tevger û bizaveke wêjeyî, çandî û rewşenbîriyê ya berbiçav lê geş bûye. Bi taybetî jî çalakiyên wêjeyî û çandî yên ku bi Bedirxaniyan re dest pê kir, ji salên 30î yên sedsala bîstî û vir ve berdewam dikin.
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya sala 2023yan dîyarî zimannas û nivîskarê Kurd yê qedirbilind Deham Ebdilfetah kir.
Bi helkeftina ku di roja 5.1.2024an de, 119 sal di ser rojbûna lehengê Kurd Apo Osman Sebrî re derbas dibe, bi min xweş e ku, ez wî bi van gotinan û vê helbesta ku seydayê Cegerxwîn di pesnê wî de gotiye, bibîr bînim.. Ew ne yê jibîrkirinê ye..
Di vê jiyanê de, mirov pêrgî gelek kesan dibe.. Hevaltî û dostaniyê bi hina re datîne.. Hezkirina hina ji wan dikeve dilê wî de û her ku dem bi pêş de dire, ew hezkirin mezin dibe.. (Mûsa Zaxuranî: 1955-2023), yek ji wan hogir û dostên min yên hezkirî bû..
Helbestvanê Kurd ê ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê, Simko Botanî dîwaneke helbestan ya bi navê “Welatê Rojê” bi zimanê Kurdî û bi tîpên (Latînî û Aramî) çap kir.
Romana Meha Hesen a bi navê “Metroya Helebê” ku bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin, ji aliyê lêkoler û wergêrê Kurd Xalid Cemîl Mihemed ve bo Kurdî hat wergerandin.
Nûredîn Zaza (di 15ê sibata 1919an li Madenê, Împeratoriya Osmanî ji dayik bûye – û di meha 7ê çiriya pêşîn 1988 li Lozanê, Swîsre koça xwe ya dawî kirye), ramyar, nivîskar, rewşenbîr, damezrenêr û yekemîn serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê bû.
Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bikin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûre..
Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Berî çend rojan nivîskar û helbestvanê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo, Bajarê Evînê ji min re hejmarek pirtûkên xwe bidiyarî şandin, ez ji dil spasiya wî dikim û vê diyariyê bi diyariyeke mezin û buha dizanim
Şiko aşiqê ziman, çand, dîrok û milletê xwe ye. Alîgirê yekîtî û tifaqê ye. Hestên netewî pê re bilind in. Helbesta "Bi xemil, rewş e / Şîrin û xweş e / Zimanê kurdî…
Di dîrokê me de, gelek ronakbîr hizrên xwe kirin çira ,ji bo zanyariyê û evîna xak û maf , ji wan helbestvanê nemir Ferhad Içmo , û wekî her car , em nirxê saxa nagrin, û haja wan nabin ,
Belê ezbenî, di serê vê sala nû de, ji pirbûna pirsan tu xwe di nav bersivan de winda dike, zimanê te li hev diherbile û tu nema zane çi bêje û çi nebêje.. Tu dixwaze derewekê bike û ji derewa xwe bawer bike.. An hin derewekê bikin û te ji wan bawer bike û xwe bi derewa wan razî bike..!