Bi vê boneya pîroz çirûskek li ser kovara (JÎN).
Kurtelêkolîn
Kovara (JÎN), (7.11.1918 - 2.10.1919)
Kovara (Jîn) ji hejmara 1-25 di navbera salên 1918-1919 an de bi du zimanan Kurdî û Turkî û bi du zaravên Kurdî (Kurmancî , Soranî ) û bi tîpên Erebî wek zimanê ne fermî ya (Komela pêşketina Kurdistanê) hatine weşandin.
Sernivîserê kovarê yê pêşîn ji hejmara (1 ê-20 ê), yekek ji damezrênerê (Komela pêşketina Kurdistanê), Hemzeyê Muksê bû û ji hejmara (21 ê-25)an Memduh Selîm bû.
Ji( 25) hejmarên (Jînê) (22) hejmar (16) rûpel in , hejmarên (15,16,25), (24) rûpel in û ji ber ku Kurdistana Başur, Bakur û Rojava hîn yek beş bû û di bin destladariya Osmaniyan de bû, lewra jî gelek nivîskarên vê kovarê ji pir bajarên Kurdistanî bûn; wek Sulêmaniyê, Amedê, Kerkukê, Bedlîsê û wek lêkolîner M.Emîn.Bozarslan dinivîse, hin pênûs ji Rojhilata Kurdistanê jî di (Jînê)ê beşdar bûn .
Herweha jî; nav û berhemên pir kesayetiyên nasdar cihên xwe di kovarê de girtine;1-Tefwîq Sulêmanî ( Pîremêrd),2- Kurdiyê Betlîsê (Xelîl Xeyalî),3-Kemal Fewzî û piraniya nivîsarên wî bi zimanê Kurdî bûn, ewî destana (Memê Alan) di kovarê de bi Kurdî weşandiye. 4-Memduh Selîm tenê bi Turkî nivisiye, 5-Ezîz Yamlukî jî bi Turkî nivisiye, 6-Lawê Reşîd û 7-Hilmiyê Siwêrek jî rûpelên kovarê bi pend û şîretên Kurdî xemilandine.
Herdîsan jî serokê şoreşa Agirî Îhsan Nurî, Kamîran Alî Bedirxan, Qazîzade Mistefa Şewqî, Qazîzade Letîf, Huzneyê Dêrsimî û Mîrzayê Cizîr bi pênûsên xwe naverokên hejmarên kovarê dewlemendtir kirine û herweha jî helbestên Milayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî û Hacî Qadir Koyî jî cihên xwe di kovarê de dîtine.
Bi gîştî; em kanin bêjin ku vê kovarê kanîbû di dema xwe de û li gor rewşa siyasî û civakî rolek berçavkirî û giring di pêşketina rewşa netewî û çandî de bilîsta, lewra jî ewa cihê xwe di bizava pêşketina rojnamegeriya Kurdistanî de xwe baş distîne.
Kovara ( Jînê) li ser çi dinvîsand?
Nivîskarên kovarê bi gelemperî pênûsên xwe li ser sê rêçan terxandine.
1-Rêça olî.2-Rêça zanînê.3- Rêça netewî.
Em di vê kurtelêkolînê de dikanin tenê li ser naverokên pênc hejmarên (jînê) û herweha jî tenê li ser nivîsarên Kurdî bi kurtî rawestin.
Di hejmara yekê de; du helbest in1-Bi navnîşana (Bang),nivîskar:E.Rehmî.
2- Helbestek bi navnîşana (Hawara dayikê),nivîskar:Mistefa Şewqî.
Û gotarek (Xewa me).
Di hejmara duhem de; gotarek bi navnîşana (zanîn di pêşiya hemî tiştan e),nivîskar Muhemed Şefîq.
Di hejmara sêhem de,(Pend û şîret) li gel wergerandinên wan bi zimanê Turkî bi pênûsa Lawê Reşt.
Herweha du helbest1-Bi navnîşana (Firyad)nivîskar:M.Şewqî.2-Bi navnîşana (Eşqa welat),nivîskar E. Rehmî.
Di hejmara çaran de;1-(Pend û şîret),bi pênûsa Lawê Reşît. 2-Helbest bi navnîşana (tehsir ciwanî û… weten) bi pênûsa M.Şewqî,3- Gotarek bi zaravê Soranî bi navnîşana(wedhiyetê me Kurdan de esrê hadir ) bi pênûsa M.Şewqî.
Di hejmara pêncan de;1-(Pend û şîret) û wergerên wan bi zimanê Turkî bi pênûsa Lawê Reşît.2-Helbest bi navnîşana (Asar Aslafden) bi pênûsa Hacî Ebdilqadir bi zaravê Soranî,3-Helbest bi navnîşana (destê tenê deng jê nayê)bi pênûsa E.Rehmî,4-Gotar bi navnîşana(Biçûk negirît,memkî naxwit) ji nivisîna Ebdilrehîm Rehmê
E.Rehîm di helbesta (Bang) de li ser rêça ola Îslamî dinivîse:
Bang
Hişyar bûm ez, dinya hemî k,er
Bi dengê Milayî Elahu Ekber
….
Rabin dibêjit, weqtê sibê ye
Sahib xebatan, Şeytan li pê ye
….
Wext teng e, lez kin, bighîne mizgevt
Li pey Milayî, hêj roj nederkewt
Emrê Xwedê xwe em pêkve bînin
Ca xelq nebêjit bê his û dîn in.
( Jîn),hej.1,rûpel: 12.
Tîpguhaztin: E.M.Şêxo
Di rêça zanînê de E.Rehmî di gotara xwe bi navnîşana (Xewa me ) de, di 24 .Çiriya pêşîn de dinivîse:
(Îro ku hemu milet ji xewa sibê rabûne ji bo jîna xwe dixebitin……, û em jî hîn di xew de ne…., gelo me çi kir, êvar e, em naghînin çi waran û pezê me dê gur bixwit…,zarên me birçî ne, ev çi , me bi serê xwe anî … , êdî bese
û ew li dawiyê weha ji gelê xwe dipirse:Çi ji bo me lazim e(pêwîst e)? û ew bi xwe jî bersivê dide gelê Kurd û dinivîse: Zanîn..Zanin ..Zanîn.
Hej:1,Rûpel.13
Herdîsan Muhemed Şefîq di gotara xwe bi navnîşana (Zanîn di pêş hemî tiştan e) de dinivîse: Ey biraderê me, di beriya her tiştekî de, zanîn lazim e,lewra çi dîn,çi dinya hemî miteweqife li ser zanînê……,heta mirov
cohtkirinê nizanit,tê çiwan çandinahî biket,heta mirov kirîn û firohtinê nizanit tê çiwan tîcaretê biket, xulase tu tişt bê zanîn nabit û serî her tiştekî zanîn e………………).
Hej.2,Rûpel .13
Di rêça netewî de dîsan E.Rehmî helbestekê bi navnîşana (destên tenê deng jê nayê) dinivîse:
Ey miletê sahib nîfaq
Lazim ji bo te îtîfaq
Tesîs nekin em yek wîfaq
Mehwîyet e bil îtîfaq.
Aqilê xwe pir hokin hemî
Wext,zeman pir nazîk e
Bê îtfaqî tehluke
Xelqan hemî di gel me rik e
Mehwîyeta me bê şik e
Aqilê xwe pir hokin hemî
Şexsiyetê bavêne der
Yek şexsî şol nayete ser
….
Aqilê xwe pir hokin hemî
Dest dene yek şibê bira
Hilkin ji bo xwe yek çira
…
Aqilê xwe berhev kin hemî
Hej. 5 .Çiriya paş,
Têpguhaztin: E.M.Şêxo
Herdîsan Ebdilrehîm Rehmê di gotara xwe (Biçûk negrît memkî naxwit)de pir bi zelalî li tamarên xwîna Kurdan dide,hestên wan germ dike û dixwaze wan ji xewê şiyar bike, ta ku ew dengên xwe ji bo mafên xwe bilind bikin,lewra wisa dinivîse: (Îro em jî li vê dinê xwedan par in ,yanê wekî Xweda dinya afrandiye , nihmetê xwe li ser hemî miletan belav kiriye û em Kurd jî ,ji wan kirine, dêmek behra me, her wekî hemiyan e di dinyayê de heye,hemî milet xwedanê li heqê xwe dikin, em carekê heqê xwe nasnakin …. ,û bo çi em heqê xwe naxwazin ?
Herweha jî pend û şîretên Kurdî yên kêrhatî di kovarê de hatine weşandin; em li vir tenê çendekan ji wan wek nimûne dinvisînin:
1-Şem şekir e , lê welat şîrîntir e .
2-Rî dibe bost, neyar nabî dost.
3-Aqil Tacê zêrîn e,li serê her kesî nîne.
4-Berxê nêr ji kêrê re ye .
5-Av ku da ser serî , çi bostek kêm , çi zêde.
6-Kevir li cihê xwe giran e.
7-Qedrê zêr, zêrker zane.
8-Xiyalê birçî her nan e.
( Ji hejmarên têkel)
Bi rastî desteya kovara( Jînê) pir bi zanebûn û bi mebestên kêrhatî van (pend û şîretan) ji xwendevanên xwe re pêşkêş dike,ta ku ew waneyên civakî, netewî û şoreşgerî ji wan wergirin û bi rastî her pendek û şîretek di vir de kane bibe mijarek serbixwe .
Lê çima vê kovarê jiyana xwe berdewam ne kiriye ?
M.Emîn Bozerslan li gor Zinar Silopî(Qedrî Cemîl Paşa )di pirtûka xwe (Doza Kurdistanê)de bi vê wateyê dinivîse: Rojnamên Turkan di wê demê de li dijî Seyd EbdilQadir, serokê (Komela pêşketina Kurdistanê) gilîyek
vekirin û li ser helwest û nêrînên kovarê yên netewî rawestiyan û gotin: Seyid Evdil Qadir hem serokê Şurayê(rawêjkariyê)dewletê ye û hem jî ew serokê (Komela pêşketina Kurdistanê ) ye, lewra jî divê ew ji seroketiyê Şurayê dewletê,yan jî ew ji seroketiyê (Komela pêşketina Kurdistanê) vekşe.
Li gor em dibînin;Seyid Ebdil Qadir neçar dibe ku ew daxuyaniyekê diweşîne û ew di wir de dinivîse: Gelê Kurd serxwebûnê naxwaze û ew tenê xwedmixtariyê dixwaze, lewra jî hin kesayetiyên navdar mîna Emîn Alî Bedirxan, Ferîd Bêg, Şukrî Baban, Fu-ad Baban, Hikmet Baban (Sulêmaniyê), Dr.Ebdula Cewdet , Dr.Şukrî Muhemed, Kemal Fewzî, Ekrem Cemîl paşa,(Amed), Nicm Eldîn Husên(Kerkok) û Memduh Selîm (Wan) ji komelê vekşîn û komelek nûh bi navê (Komela vêkxistina civakî) damezrandin û vê komelê rojnamek bi navê (Jîn) derxist.
Lê M.Emîn Bozerslan dibêje: Ev rojname ji me ve ne diyar e û pêwîst e lêgerîn li ser wê bibe.
Piştî ku Kemal Ataturk bûye serokê komara Turkiyê , ewî ji binî û bingeh de hebûna gelê Kurd ne pejirand û hemû weşanên Kurdî rawestandin.
Lê çima Kovar (Jînê) piraniyên berhemên xwe bi zimanê Turkî bûn?
Li gor nêrîn û texmîna me; du sedemên bingehîn hebûn,1-Piraniyên hemwelatiyên Kurdistanê nikanîbûn bi zimanê zikmakî bixwendana û têbighîştana .2- Desteya kovarê xwestiye ku gelê Turk jî rewşa gelê Kurd nas bike.
-Lê çima zimanê kovarê yê Kurdî jî bi tîpên Erebî bû?
1-Bi kurtasî;zimanê kovarê bi gîştî rind e, mirov di xwendina wê de pir dijwariyan nabîne,lê gelek peyvên Kurdî ji aliyê vekîtê de ne mîna serdema me hatine nivîsîn; wek nimûne:Bixwit(bixwe),cohtkirin(cotkirin),nizanit(nizane),biket(bike), nabit(nabe).
Bêguman sersedemên vê diyardeya zimanî;derengbûna pêşeketina zimanzanînê ye,erê zimanzanê mezin Celadet Bedirxan gelek aloziyên rêzimên û rastnivîsa zimanê Kurdî (zaravê Kurmancî) û bi tîpên latînî çareser kirine,lê di baweriya me de hin alozî û asteng jî bê çareser mane,erê hin rewşenbîr û lêkolînerên Kurd bi şêweyên tekane
berxwedidin ku çareseriyan bibînin,lê bi ya me be pêşniyarên tekane di vî warî de ne biryar in û ew tenê pêşniyar in.
2-Gelê Turk jî di wê demê de bi tîpên Erebî dinivîsand,lewra gelê Kurd jî hest ne dikir û nizanîbû ku tîpên Erebî nikanin dewsên hemû dengên Kurdî bigrin.
xxxxxxxx
Têbînî: Çima min tenê li ser (5) hejmarên kovara (Jînê) û tenê berhemên Kurdî şirovekirine ?
Di sala 1983 an de rêzdar Mihemed Emîn Bozerslan li Lênîngrada berê mîvanê nemir mamostê me yê gewre Qanatê Kurdo bû , ewî berga (1) ê ji(5) hejmarann diyarî min kir, û yên mayîn li nik min tunene û herweha jî û mixabin ez bi zimanêTurkî jî nizanim û ez pir bi hêvî me ku lêkolînvanên me, van valahiyan dagrin.