Share |

nûçe in "Huner"

  Sehneya Boa Kadikoyê dê şanoya xwe ya li ser jiyana hunermenda Kurd Eyşe Şanê li Stenbolê nîşan bide. Lîstik dê 12ê Adarê (çarşem) saet 20:30î bi navê "Ez Eyşe Şan" derkeve pêşberî şanohezan. Senaryoya lîstikê ji aliyê Mîrza Metîn ve hatiye nivîsandin û rola Eyşe Şan ji aliyê hunermend Berfîn Zenderlîogluyê ve tê lîstin.

Dezgeha Sama ya Çand û Hunerê bi hevkariya hevalên hunermendê mezin ê Kurd Reşîd Sofî, êvara roja Înê 21.02.2025ê li bajarê Hewlêrê li hola Arya ya li Hotêla Capitol a bajarê Hewlêrê ji bo rihê hunermendê mezin Reşîd Sofî çalakiya rêzlênanê û xatirxwestinê û çalakiya bîranînê li dar xist.

Hunermendê navdar ê Kurd Reşîd Sofî, roja Duşembî 17ê Sibata 2025ê, di temenê 72 saliyê de, li nexweşxaneyeke bajarê Kobaniyê, ji ber nexweşiya penceşêra kezebê koça dawî kir.  

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo 34'emîn salvegera xwe roja 1 sibatê  li Amedê şahiya pîrozbahiyê li dar xist. Komeleya Çandê ya Dîcleyê, îsal bi awayeke rengîn û şahiyeke bêhempa  li Amedê ji bo 34 Saliya NÇM'ê şahî li dar xist.  

Şaredariya Peyasê bi hevkariya saziyên çand û hunerê şahiyek bêhempa ya “Sersala Kurdî” li dar xist.  

Bi dirûşmeya " bi rengên xwe emê jiyanê bi xemlînin " desteya Çandê li Kantona Cizîrê pêşangeheke şêwekariyê li navenda çand û hunerê a Mihemed Şêxo li Qamişloyê di roja pêncşembê 28-11-2024 li dar xist . 54 hunermend bi 54 tabloyan ji hemû bajarên kantonê beşdarî pêşangehê bûn . Tabloyên xêzkirî mijarên jiyana civakî yên cur bi cur di nava xwe de girtin

  Yara Hesko ya ji bajarê Efrîna dagirkirî ye, yekemîn pêşangeha xwe ya her tabloyek hest û çîrokeke veşartî ya jinekê vedibêje li Amûdê vekir. Yara Hesko bi wêneyên xwe cih dide jiyana jinan a bandora dagirkerî, şer û êriş lê heye.    

Gulistan Perwer li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah ya Hunerê wergirt, ku ew xelat bi destê Sînem Xan Bedirxan pêşkêşî wê hat kirin.  

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.  

100 wênegirên ji 9 welatan û 21 wênegirên Kurd îro di Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Wêneyan a Kurdistanê de wêneyên xwe nîşan dan.   Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Wêneyan a Kurdistanê li Hewlêrê bi rê ve diçe.   Festîvalê saet 17:00an a bi dema Kurdistanê dest pê kir û zêdetirî 100 wêneyan li xwe digire.  

Li bajarê Qamilşlo li rojavayê Kurdistanê çalakiya bîranîna  34 saliya koçkirina dengbêjê Kurd yê nemir (Rifet Darî) hate li darxistin bi beşdariya hejmareke mezin ji xelkê bajarê Qamişlo û derdora wê û bi axaftin û stran çalakî bi cewşik mezin bi dawî hat.  

Hunermend Mehmet Atli li Amedê 30 saliya hunermendiya xwe bi konserek ezamet pîroz kir.   Hunermend Mehmet Atli yê ji sala 1994’an ve bi hunera kurdî re mijûl e, 30 sal li pey xwe hişt. Atli bi wesîleya 30 saliya hunermendiya xwe li Amedê konserek ezamet li dar xist. Konser li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rê ve çû. Bi sedan welatî û muzîkhez jî ji bo konserê amade bûn.  

Festîvala Çand û hunera Kurdî ya li Berlînê ji 16 Gulanê destpê kiriye . bo demê sê rojan hate lidarxistin bi dawî bû, her weha xelata xwe ya 2024`an jî pêşkêşî hunermendê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê Reşîd Sofî kir.  

  Duyemîn Festîvala Şal û Şepik û Cilûbergên Kurdî  roja 15 gulanê li Zaxoyê dest pê kir. Festîval dê du rojan berdewam be û çendîn çalakiyên cuda hatin pêşkêşkirin.   Ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî Duyemîn Festîvala Şal û Şepik û Cilûbergên Kurdî îro li Zaxoyê dibin ku armanca wê parastina çanda Kurdî ye.

Festîvala îsal wê di bin dirûşma “Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe” de pêk were.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) her sal "Xelata Afirandinê" dide kesên di warê çand û hunera kurdî de kedê didin. HRRK'ê serê salê diyar kiribû ku dê Xelata 2023'yan bidin du hunermendên kurd Mehmûd Berazî û Sefqan Orkêş. Ji bo dayîna xelatê êvara 4'ê nîsanê li bajarê Qamişloyê merasim hat lidar xistin û xelata wan hat dayîn.  

    Li bajarê Şilêswîg li bakurê Elmanyayê, Komeleya Kurdî-Elmanî pêşingeheka hunerî ji du şêwekarên jin re vekir. Şêwekar Sirwe Berzenjî ji Başûrê Kurdistanê û şêwekar Renda Silêman ji Rojavayê Kurdistanê, bi kevaline ciwan û qeşeng beşdar bûne. Piraniya kevalan li ser jinê bi giştî û li ser jina Kurd bi taybetî hatine nigarkirin.

Newroz  We Pîroz be .Cejna netwî ya gelê Kurd Bi Hêviya Azadiyê  û Aştiyê û Yekîtiyê مبارك عليكم عيد نوروز العيد الوطني للشعب الكردي عيد نوروز مبارك  نتمنى ان يكون عيدأ للحرية والسلام والاتحاد   جەژنی نەورۆز موبارەک بيت  جەژنی نەتەوەیی گەلی کورد هیوادارین جەژنی ئازادی و ئاشتی و یەکگرتوویی بێت  

Şêwekara Kurd a Rojavayê Kurdistanê Rojîn Hac Husên îro li Hewlêrê tablyonê xwe di pêşangehekê de pêşan dan.  

9`emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan rojên 1 û 2'yê Adarê ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve û bi hevkariya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê hat lidarxistin.   Îsal tevlêbûna jinên ciwan zêde bû. 21 Jinên ciwan bi 27 tabloyan beşdarî mîhrîcanê bûn.  

 Hunermendê şêwekarî yê Kurd Rehîmo pêşangehek ji bo karên xwe yên hunerî li Belçîkayê vekir û dengek mezin bi pêşengeha wî ket li nava welatê Belcîka yê .  

Li Hewlêrê 25. salvegera koça dawî ya hunermendê Rojhilatê Kurdistanê Mihemedê Mamlê hat kirin û tê de 4. Xelata Navenda Hunerî ya Mamlê ji Şivan Perwer re hat pêşkêşkirin.  

Tîpa Şarya ya hunerê milî tabloyên dîlanên Kurdî li welatê Hindistanê nîşan dide. Tîpa Şarya ji bo cejna serxwebûna welatê Hindistanê ji aliyê wî welatî ve hatiye vexwandin.  

Hunermed Beytocan li Siwêdê li êvara roja Duşembê 11-9-2023, di 68 saliya xwe de koça dawî kir. Beytocan li Swêdê dijiya û ev demeke bi nexweşiya penceşêrê bû.   Beytocan beriya demekê emeliyateke giran derbas kir, beşeke ji çena wî hate jêkirin û parçeyek ji lingê wî lê hatibû bicihkirin. Lewma jî bi zehmetî diaxivî.