Share |

nûçe in "Huner"

Hunermendê navdarê Kurd Delîl dîlanar rêze konsert li  Herêma Kurdistanê (Silêmaniyê -Hewlêr- Dihok – Zaxo-Soran)saz kir, û bi beşdariya welatiyên her çar perçên Kurdistanê kpnsertên wî bi balkêşiyek mezin bi serketin.   Hunermend delîl dîlanar, xwediyê staylekê taybete bi xweve, ew hunermende bêhtir kar li ser sitranên folklorî dike û bi sitaylekê nû dibêje.

Hunermenda Kurd Rojîn elbûmeke xwe yê nû ji kompaniya xwe RBI bi navê "Rojîn 2018" derxist.   Her weha Rojîn gotibû ku elbûm ji 9` stiranan pêk tê û ku stiranên Kurdî û Turkî û Zazakî tê de hene ,dest nîşan jî kir ku ji ber ku dixwest ku stiranên wê ruhê wê nişan de xebat zêdetir bû û kar li ser elbûmê xwe dikir da ku serkeftî derkefe.  

Rojnamevanê navdar Xelef Zêbarî ku yek ji damêzrenerê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bû li Washingtonê koça dawî kir. Zêbarî ku 20 salan di radyoyê de kar kir, di meha Gulana 2012’an de jiber nexweşîya pişikê û kêmahîya nefesê neçar me karê xwe berde. Dengê wî yê taybet gelek bandor li ser guhdaran dihêşt û ew dikşandin ber xwe.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) îro li bajarê Qamişlo xelata xwe ya yekem a îsal pêşkêşî doktorê Zanîngeha Şamê yê di hunerên ciwan de, Zuhêr Hesîb kir. HRRK bi dirûşma ‘Em hemû Efrînî ne' festîvala xwe ya 5emîn li Kobaniyê li dar dixe

Festîvala Şanoyê ya Amedê ku cara 6’an e wê çêbibe, lîstikên komên şanoyê yên ku wê ji Stenbol, Wan, Silêmanî, Kerkûk û Mehabadê werin, wê werin nişandan.

  Sêyemîn festîvala monodrama li Hewlêrê birêve diçe û 8 grub ji bajarên cuda yên herêma Kurdistanê û Iraqê beşdarî festîvalê dibin.  

Hunermendê kurd Hesen şerîf di nûtirîn berhemê xwe yê hunerî da behsa rûdanên 'Efrînê dike û stiranek bi navê “Ez zaroyek 'Efrînî me”, bo zarokên 'Efrînê gotiye û di vê stiranê da behsê derdeserî û êş û azarên zarokên 'Efrînê dike.

Dengbêj Mehmûd Kizil ku rih dabû gelek klaman di 79 saliya xwe de îro wefat kir.

Şêwekarên Rojavayê Kurdistanê serdana bajarê Reqayê kirin û pêşabgeheke hunerî bi navê “Hunera li dijî Şer” vekirin. Şêwekar dixwazin çarxeriya “Neîm” ya wek meydana kuştinê û firotana jinên Êzidî dihat nasîn, bi tabloyên xwe yên rengîn tariya DAIŞê li Reqayê rakirin û wê Reqayê kirin bajarê jiyanê.    

  Şanoya Bajêr a Amedê bermaneya lîstikên meha çile weşand. Bernameya saziyê di 5ê çile de bi pêşengeha wêneyan a Ercan Altuntaş ya bi navê "Sewta Li Gel Ba" dest pê bike.

  Roja Şemiyê 23 – 12 – 2017 û bi tevlîbûna 38 komên hunerê, çalakiyên yekemîn Mihrîcana Orkêş a Mûzîk û Sitranên Gelan, li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê bûn.   Di rê û resmên vekirina mehrîcanê de, hejmarek ji sitranan, dîlokên folklorî û çend helbest ji hêla tevlîbûyan ve hatin pêşkêşkirin.  

Şeva danasîna çanda Kurd, ku saziyên Kurdan ên li Federasyona Rûsyayê piştgirî dan, li Mala Gelan a li Moskowayê hate lidarxistin. Tevî nûnerên saziyên gelên cuda yên ser bi Mala Gelan a Moskowayê, nûnerên saziyên Kurdan ên li Ûkrayna, Kazakîstan, Kirgizîstan, Ermenîstan, Ozbekîstan û Rûsyayê tevlî şevê bûn.

Hunergeha Aslan Art bi hevkarîya zanîngeha Efrînê pêşangeha heftê ya şagirtên xwe li dar dixe. Di pêşangeha bi navnîşana “Rengên ji Efrînê” de, 25 şagirtên wênesazî 145 tabloyên xwe tînin pêş mêvanan. Rêvebir û xwedîyê hunergeha Aslan Art, wênesaz Aslan Mamo dibêje ku tevgera hunerê li Efrînê geş bûye, lê hol û galêrîyên hunerî kêm in.

Hozan Canê di nava jîyaneke trajedîk çavê xwe vekir û mezin bû, lê bala xwe da hunerê û bi wê navdar bû. Hozan Canê li herêma Karayazi ya bi ser Erzeromê ve ji dayik bû. Piştî jîyaneke zor di civaka malbata xwe de, wê berê xwe da bajarê Edenê û dû re çû Stenbolê.

Albuma “Jan” a hunermend Armanc ji aliyê Kom û Mîr muzîkê ve derket. Hunermend Armanc diyar kir ku hemû berhemên wî wek zarokên wî in û got: "Lê strana ‘Perşîn’ ji bo min tiştekî cuda ye. Çimkî perçekirina gel û erdnîgariyekê vedibêje.”

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) 3'yemîn car Rojên Çand û Hunerê ya Stenbolê li dar dixe.

Roja 29-9-2-17 li hola navenda Çand û Hûnerê ya bajarê Helebê yekemîn mîhrecana filklora gelêrî lidar ket.

    Ji peyvê  helbestvanê navdar Şêrko Bêkes  hunermenda kurd Leyla Ferîqî stranek bi navê “Kurdistan” belav kir. Leyla Ferîqî îro hevdem ligel destpêkirina referandoma serxwebûna Kurdistanê, stranek bi navê “Kurdistan” belav kir.    

Hunermendê Kurd  Kanîwar  yê ji bajarê Qamişlo ku  bêtirî 25 salan e koçberî  Ewropayê bûye li welatê Hollandayê ji ber nexweşiyê koça xwe ya dawî kir.  Kanîwar ku temenê wî 55 salî bû, ji zêdetirî 30 salan ve dest bi mûzîkê û stanan kiriye û xwedî gelek berhem bûye, wek “Xwazî Yarê, Hatin Ewropa, Xwazî dayê zarokek ba ma”  

Di bernameya Kurd Idol li bajarê Silêmanî keça Kurd Jînda Kanco bû stêra Kurd Idol. Jînda ji bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye piştî pêşbirka mazin li gel hevalên xwe (beşdaran) di rêza yekem de derket û bû stêrka vê bernamê.

Hunermanda navdar a Kurd, Çopî Fetah albumeke nû bi navnîşana Binar belav kir û hezkiriyên xwe dilxweş kir.  Îro çarşemî 12ê Nîsana 2017ê, albuma nû ya stranbêja navdar a Kurd, Çopî Fetah ku ji 13 trakan pêk hatiye, tê belavkirin.

  Roja 27 adarê  li seranserî welatên cîhanê roja cîhanîya şanoyê tê saxkirin û çalakîyên taybet di wî warî da tên kirin.

Hunermendê navdar ê Kurd Hozan Dilgeş di temenê 65 salî de û ji ber nexweşiyê koça dawî kir. Hozan Dilgeş ku ev demek bû nexweşiya şekir girtibû û ji ber nexweşiyê her du lingên wî di ser çokê re hatibûn jêkirin, duh li Almanyayê koça xwe ya dawî kir.

    Berî 56 salan li Sînemaya Amûdê ya li bajarê Amûdê  şewat derket û 283 zarok têde mirin. Ji bo bîranîna van zarokan niha bi navê "Sînemaya 13" sînemayek nû hat vekirin.