Share |

nûçe in "Huner"

  Berhema bi navê “Xewna Giran” a hunermend Tara Mamedova derket. Mamedova berhemê û klîba “Xewna Giran” jî li ser platformên dijital da belavkirin.   Berhem ango albûma bi navê “Xewna Giran” a hunermend Tara Mamedova derket. Albûm li ser platformên dîjîtal bi muzîkhezan re ye. Mamedova klîba strana “Xewna Giran” jî çêkir û li ser YouTube da parvekirin.  

Roja 16-11-2020`an, 20`mîn salvegera koça dawî ya Ehmed Kaya ye.   Hunermendê navdar û naskirî yê Kurd nemir Ehmed Kaya, di roja 16 Mijdarê ya sala 2000`an de, li bajarê Parîsê Paytexta Fransayê koça dawî kir.  

Li Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Mezin ên Stenbolê, şanoyek bi Kurdî “Bêrû” ya Teatra Jiyana Nû (TJN) di 13ê Cotmehê de, wê li ser dika Gazîospanpaşayê were lidarxistin.

  Dengbêjê navdar ê Kurd Seyîdxanê Boyaxçî, roja 5 temûzê 2020 li mala xwe ya li bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê wefat kir. Seydo Şîmşek ku wî 87 sal bû û di nav xelkê de weke Xalê Seyîdxanê Boyaxçî dihat naskirin. Cenazeyê Seyîdxanê Boyaxçî li goristana Yenîkoy a li taxa Rezan bi xakê hat spartin.

 Hunermend Mehmet Atli albûma xwe ya bi navê “Morî Mircan” pêşkêşî hezkiriye xwe kir. Atli dibêje ku wî di albûmê de cih daye motîfên folklorîk û kevneşopiyê.

Hunermendê Kurd Seîd Gabarî di temenê xwe yî 64 dalî de bi egera nexweşiya pemceşerê di sibeha roja 4 gulana 2020an de li nexweşxaneya Serdem ya bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

  Hunermendê Kurd Seîd Yûsif (74) ku ji ber nexweşiyê di nexweşxaneyeke Tirkiyê de bû, roja çarşembê 26-2-2020 jiyana xwe ji dest da. Hunermend Se’îd Yûsif yek ji hunermendên bi nav û deng e di nava hunera Kurdî de û her weha jî li Sûriye û Libnan ê, ew tê nasîn bi navê mîrê Bizqa Kurdî.

  Duyem festîvala Kurdistanê ya mûzîk û stranan li Hewlêrê destpê dike û dê 3 rojan berdewam be.  

Hunermendê kurd ê ji devera Dihokê Bilind Îbrahîm berhema xwe ya nû ya bi navê “Min Bes Tu Divê” derxist. Di albuma Îbrahîmî ya ‘Min Bes Tu Divê’ de 13 stranan hene û piraniya wan jî stranên folklora Kurdî ne.

  Şanoya Bajêr a Diyarbekirê Heftem Mihrîcana Şanoyê ya Diyarbekirê li dar dixe. Bernameya mihrîcanê eşkere bû. Bername wê di navbera 26ê Nîsanê û 5ê Gulanê de bê lidarxistin.  

Bi dirûşma Vedenga Zeytûnê, Festîvala Şanoyê hat sazkirin   Roja 27 adarê 2019an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma Vedenga Zeytûnê, Festîvala Şanoyê hat sazkirin. Di Festîvala Şanoyê de bi beşdarbûna hejmarek mezin ji aktor û şanogeran, ku hejmarek ji wan ji herêmên Efrîn û Kobanê bûn, merasîma Roja Cîhanî ya Şanogeriyê birêve çû.

    Bi dirûşmeya ‘Jin rihê jiyanê û alfabeya wêjeyê ye’ 4’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li bajarê Qamişloyê di roja duyemîm de bi dawî bû. Mîhrîcan li Hola Zana ya Bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.

    Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, li taxa Xerbî (Rojava) ya bajarê Qamişlo bi dirûşmeya "Civak bi xwendinê dijîn” Parka Xwendinê vekir.   Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên civaka sivîl, nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û nûnerên hindek partiyên siyasî tev li merasîma vekirina parkê bûn.  

   Bilûrvanê navdar ê kurd Egîdê Cimo ku di nav kurdan de wekî "Mîrê Bilûrê" dihat nasîn wefat kir. Malbata Egîdê Cimo ji Qelqeliya Wanê bû û koçî Ermenistanê kiribû. Cimo di sala 1932'yan de li Erdeşêra Ermenistanê hat dinê. Wî ji zarokatiya xwe ve dest bi pifkirina bilûrê kiribû û heta wefata xwe jî bilûr ji dest deavêtibû.

Roja 28.11.2018ê festîvala şanoya kurdî ya Seqizê bi amadebûna hunermendên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û grubên beşdarvan ve li bajarê Seqizê dest bi karên xwe kir.

Cemîl Horo û Bavê Selah du dengbêjên herêma Çiyayê Kurmênc (Efrînê) ne û li seranserî Kurdistanê navdara in, li bajarê Bonnê xelata “Cemîl Horo û Bavê Selah ji bo Afrandina Hunera Kurdî” hate damezrandin.

Alboma nû ya Hunermendê Kurd Abbas Ahmed bi navê Sê Zarok ji behrem û weşanên ARTA FM . ku ji 9 Strana pêk tê. Niha ev behrem li bazarên rojavayê Kurdistanê peyda dibe. Hûn dikarin li ser vê lînkê guhdar bikin.     https://www.youtube.com/user/artafmvideos

Mihemed 'elî Etrûşî, sînemakar û rojnamevanê kurd roja 2-9-2018  bi egera kirîza dil   çû ser dilovaniya xwedê Hunermend mihemed 'elî Etrûsşî,   roja 2-9-2018 êvarî se’at 19 bi bi egera kirîza dil     çû ser dilovaniya xwedê û li goristana şaxkê ya bajarê Dihokê hate veşartin

Hunermend û muzîkjenê navdar ê Kurd Dilşad Seîd roja 19-06-2018an bi merasîmeke fermî di warê muzîka Kurdî de ji Zanîngeha Mozart a li bajarê Salzburg ê welatê Awusturyayê (Nemsa) bawernameya doktorayê wergirt.

Hunermend Sefqan Orkêş bi deng û awazên xwe yên taybet, karîbû cihê xwe di nav hunera kurdî de bigre û dengê xwe bighîne her deverekê ku Kurd lê dijîn.

Cîgirê Hevserokatiya Yekîtiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, Hunermend Salh Osê (63) roja pênşembê  7-6 di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da.   Hunermend Selah Osê di sala 1955'an de hate dunyê. Ji şêniyên gundê Til Şeîr a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye. Di malbatek oldar û welatparêz de hate dinê.Jiyana xwe ji bo pêşxistina folklore û çanda kurdî da.

Hunermendê navdarê Kurd Delîl dîlanar rêze konsert li  Herêma Kurdistanê (Silêmaniyê -Hewlêr- Dihok – Zaxo-Soran)saz kir, û bi beşdariya welatiyên her çar perçên Kurdistanê kpnsertên wî bi balkêşiyek mezin bi serketin.   Hunermend delîl dîlanar, xwediyê staylekê taybete bi xweve, ew hunermende bêhtir kar li ser sitranên folklorî dike û bi sitaylekê nû dibêje.

Hunermenda Kurd Rojîn elbûmeke xwe yê nû ji kompaniya xwe RBI bi navê "Rojîn 2018" derxist.   Her weha Rojîn gotibû ku elbûm ji 9` stiranan pêk tê û ku stiranên Kurdî û Turkî û Zazakî tê de hene ,dest nîşan jî kir ku ji ber ku dixwest ku stiranên wê ruhê wê nişan de xebat zêdetir bû û kar li ser elbûmê xwe dikir da ku serkeftî derkefe.