Share |

Hunermend Rewşan û Tara Mamedova klîpekî nû belav kirin

 

 

  Hunermendên kurd Rewşan û Tara Mamedova berhemekî hunerî yê nû afirandin û bi awayê klip jî belav kirin.

 

Herdu hunermendên kurd vê derbarê de ragehandin ku:

 

Sitrana nû ya Rewşan & Tara Mamedova ku bi hev re duetê dikin a bi navê 'Xuçê' 4ê Adarê roja înê seat 00:00ê li ser hemû platformên dijîtalê tê weşandin.

 

Herwaha hat ragehandin; Gotinên 'Xuçê' ji aliyê Tara Mamedova, beste/müzika wê ji aliyê Rewşan ve hatiye çêkirin. Stran, bi Believe Labelê li ser hemû platformên muzîk ê dîjîtalê tê belavkirin.