Share |

nûçe

  Li Hewlêra Paytextê Herêma Kurdistanê, bi diruşma "Bi Kurdî Binivîse û bi Kurdî Bihizire" yekemîn pêşangeha taybet a pirtûkên Kurdî deriyên xwe li ber xwendevanan vekir.  

Yekîtîya Nivîskarên Kurd ên Sûriyeyê di merasîmeke taybet de ku li Qamîşlî bi boneya Roja Zimanê Kurdî hat lidarxistin, ji bo nasandina beşdariyên wî yên akademîk di zimanê Kurdî de, lêkolîner û zimannasê Kurd Deham Ebdulfettah bi xelata xwe ya salane ya 2026an xelat kir.  

Di vê hejmarê de dosyayeke berfireh li ser “Kurdên Anatoliya Navîn” hatiye amadekirin. Edîtoriya dosyeyê Mehtab Îdelî û Adem Ozgur kirine. Nûbihara 175an bi dosyeya “Kurdên Anatoliya Navîn” derket

    Li paytextê Sûriyê, Şamê, festîvala "Rojên Çanda Kurdî" piştî pênc rojan ji çalakiyên hunerî û çandî bi dawî bû. Ev festîvala ku di bin sîwana Wezareta Çandê de hat lidarxistin, kelepûra kurdî wekî beşekî resen ê nasnameya Sûriyê pêşkêş kir.  

“Bi ekraneke nû, rêwîtiyeke nû… Weke televîzyoneke neteweyî di roja zimanê Kurdî de em ê dest bi weşana xwe bikin.” Bi vê pêşgotinê Kanaleke nû ya nûçeyan a Kurdî, NÛÇE TV, di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşana xwe kir.  

Xelata Kesên ku Ked Dane Lêkolînên Ziman û Folklora Kurdî ya îsal, dan Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Zeynep Yaşê.

Kovara li ser wergera helbestan LEWerger her çar mehê carek dertê. Kovarê vê hejmarê helbestên li ser "şer" û "mirinê" wergerandine kurdî û bi vî awayî dosyaya xwe û hejmara xwe ya nû pêşkêş kiriye.

Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê di roja Çarşemê di 22ê Nîsanê de saet 19.00an bi beşdariya nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek hunermendan li Muzeya Bajêr a Qonaxa Cemîlpaşa bi resepsiyonekê hat vekirin. Di vekirinê de ku axaftinên Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun û Serokê ITIyê Jessica Kaahwa cih girtin.

     pêşangeha wênesaziyê ya 'Jinên Zêrîn ên Mezopotamyayê' li Dêra Saint George bi eleqeyek mezin hate vekirin.

Yekem Festîvala Kurtefîlmên Kurdî di 11ê Nîsanê de li Silêmaniyê dest pê kir û dê sê rojan bidome. Festîval saet 5ê êvarê li Sînemaya Bajarê Silêmaniyê bi amadebûna aliyên peywendîdar, çêkerên fîlm û hunermendên bajêr dest pê kir.  

Sibeha roja Înê 10ê Nîsana 2026an, hunermendê Kurd Elî Mensûr li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ,

  Li Amedê 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê, bi lîstika kurdî ya Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT) “Xewna Şeveke Havînê” hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de bal kişandin ser girêdana xurt a şanoyê ya bi bîr, çand û hunerê re. Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak ku lîstik temaşe kir, tekezî li ser têkiliya şanoyê ya bi bîr û berxwedanê re kir.

  Jimara yekê a Kovara "Soryaz" ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî li Sûriyê tê weşandin, derket.

Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî li Swêdê koça dawî kir. Ehmedê Huseynî gelek berhem nivîsandin û yek ji hosteyên helbesta Kurdî ya modern e. Helbestvan Ehmedê Huseynî koça dawî kir Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin. Helbestvan Ehmed Huseynî duh koça dawî kir.  

  Navenda Heft Rengê pêşangeheka şêwekarî ji bo 25 hunermendên bajarên Mihabad û Bokanê vekir, ku 100 tabloyên bi qebareyên cuda cdua tê de hebûn, li hola galeriyê ya bajarê Silêmaniyê vekir û dê hefteyekê berdewam be.  

Nivîskar û rewşenbîrê Mehmed Emîn Bozarslan ku ji Licêya Amedê bû û ev 45 sal bûn li Uppsalaya Swêdê dijiya, roja duşembê 9-2-2026 an koça xwe ya dawî kir. Li ser navê malbatê Aycan Şermin Bozarslan agahiya mirina Bozarslan ragihand.

Rojnameya Azadiya Welat a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, piştî 10 salan mafê navê xwe bi dest xist û careke din dest bi weşanê kir.   Rojnameya Azadiya Welat 29ê Çiriya Pêşîn a 2016an bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin.   Rojnameyê piştî demekê mafên xwe yên navî wergirtin û biryar da ku ji nû ve dest bi weşanê bike.  

  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca avakirina termînolojiyeke hevpar ji bo têgehên birêveberî û pîşeyî yên Kurdî ku di birêveberiyên xwecihî de têne bikaranîn, bi beşdariya gelek mamosta û zimannasan kargehek li dar xist.  

  Eyşe Şan a ku wekî “Şahbanûya Bêtac” a muzîka Kurdî tê naskirin, di 29emîn salvegera koça xwe ya dawî de, bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê bi merasîmekê hat bibîranîn.  

  Federasyona Futbolê ya Cîhanê (FIFA) xelata Alîgirên Herî Baş a sala 2025an da tîma Zaxoyê.   Alîgirên tîma Zaxoyê bi dehan hezar pêlîstok avêtibûn nav stadyumê û pişt re diyarî zarokên nexweş kiribûn.  

12emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê roja Sêşemê 9-12-2025 êvarê dest pê kir, ku 110 fîlm tê de beşdar bûn û temaşevanek mezin ji derhêner, hunermend û hezkiriyên fîlman ji seranserê Herêma Kurdistanê û derveyî wê kişand.  

3emîn Festîvala Fîlman a Amedê 3emîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi kordînasyona Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê û bi dirûşma "Dinya bi çîrokan tê ba hev" tê lidarxistin, di roja yekşembê 7-12-2025 dest pê kir  

Piştî 65 salên di ser Komkujiya Sînemaya Amûdê re derbas bûn, li heman warî li dilê Rojava li Qamişloyê Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5'emîn destpê dike.

 Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Harekol a 9mîn, ku şeş rojan li Hola Parka Azadî li Qamîşlo hate lidarxistin,