Share |

Hejmara nû ya kovara xêzeromanê ya Bajar derket

kovara xêzeromanê ya Bajar
kovara xêzeromanê ya Bajar

Kovara Bajar ji du mehan carekê li ser platforma dîjîtal tê weşandin. Di hejmara nû ya Kovarê de xêzeromanên bi navê “Mehlûqatên Eşref”, “Remezanê Çaycî”, “Keko” û “Dedektîfên Kuçeyên Teng Zilkîf” bi serpêhatiyên xwe yên nû cî digirin.

Hejmara nû ya kovara xêzeromanê ya Bajar derket

Hejmara Mijdarê ya kovara xêzeromanê Bajar a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi Kurmancî û Zazakî tê amadekirin, hat weşandin.

 

Kovara Bajar ji du mehan carekê li ser platforma dîjîtal tê weşandin û bi hejmara xwe ya Mijdarê li ber destê xwendevanên xwe ye.

 

Kovara ku armanc dike çanda xwendinê ya bi zimanê zikmakî pêş bixe û belav bike, bang li zarok û ciwanan dike.

 

Kovara dîjîtal a 29 rûpelî ku edîtoriya wê ji aliyê afirînerê karakterê Qirix Dogan Guzel ve tê kirin, naverokên ku ji Amedsporê heta wêjeya Kurdî, ji zimanê siyasî ê mîzahê heta serpêhatiyên nû yên xêzeromanê pêşkêş dike.

 

Xebata ku bi xetên Îmam Cîcî zindî dibe, futbol û wêjeyê tîne cem hev.

 

Di hejmara nû ya Kovarê de  xêzeromanên Eşref Mumcu yên bi navê “Mehlûqatên Eşref”, yên Dogan Guzel yên bi navê “Remazanê Çaycî” û “Keko” û ya bi navê “Dedektîfên Kuçeyên Teng Zilkîf” bi macareyên xwe yên nû cî digirin.

 

(AY)