Share |

nûçe in "Muzîk"

Hunermend û mûzîkjenê Kurd ê navdar Dilşad Seîd xelata her du henermendên Efrînî “Cemîl Horo û Bavê Selah”a ji bo Afirandina Hunera Kurdî li bajarê Bonnê wergirt.

Hunermendê Kurd ê bi navûdeng Ednan Kerîm bi hevkariya Orkestraya Nîştimanî ya Çekyayê albumek nû derxist.   Albuma Hunermend Ednan Kerîm a bi navê “Şar” di 1’ê cotmehê de li ser Youtubeyê hate belavkirin. Di albuma Kerîm de 8 stran cih digirin tê de 5 helbestên Nalî û 3 helbestên Salim weke stran amade kirine.

Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan beşa enstrûmentên têlî û piyano û koma stranan şahiyek li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo, li dar xist.

Juriya ku ji 20 kesan pêk hatiye, ji bo malpera diyarname.comê serkeftîtirîn klîba salê ya bi kurdî hilbijartiye. Li gorî hilbijartina jüriye, serkeftirîn klîb, “Nazê Nêrgiza Hewşê” ya Hunergeha Welat e. Malpera diyarname.comê "serkeftîtirîn klîba salê ya bi kurdî hilbijartiye.

Hejmara duyemîn a kovara muzîkê Ziryab derket. Di bergê hejmara nû de Ciwan Haco heye. Di hejmara nû de bi Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Mizgîn Tahîr, Sakîna Teyna, Jan Axîn, Erdogan Emir û lêkolîner Zeyneb Yaş  re hevpeyvîn hatine kirin. Gunay Koçhan Flower, Besime Şen û Selahattin Demirtaş di mijara siyaset û muzîkê de bi nivîsên xwe cih digrin.

Lêkolînera muzîka Kurdî Zeyneb Yaş, li Weqfa îsamîl Beşîkçî li ser berhema xwe ya 'Şakarên Muzîka Kurdî' û dîroka tomarkirina muzîka Kurdî panelek da. Wê da zanîn cara pêşîn kilamên Kurdî bi dengê hunermendekî Suryanî, Kosro Malool li Mûsilê hatiye tomar kirin.

Ziryab, kovara muzîkê yekê ya xwerû bi Kurdî ku her çar mehan carekê der keve, li Stenbolê dest bi weşanê kir. Desteya weşanê ya Ziryabê ji Gokçe Selîm, Serhat Temel, Harun Elkî û Ozan Irmak, edîtorên wê jî Mevlut Oguz û Serhat Temel in.

Hezkiriyên hunera kurdî! Hezkiriyên hurdu dengbêjên rehmelê Cemîl Horo û Bavê Selah! Em îsal, roja Şemiyê, 20. 10. 2018 an, wek cara pêșîn li Ewropayê bi helkeftina salvegera koçkirina herdu dengbêjên naskirî yên Çiyayê Kurmênc ( Kurdax ); rehmelê Cemîl Horo û Bavê Selah ahengekê li dardixînin.

  1'emîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê ya bi dirûşmeya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" dê li Amedê di navbera 25-30'ê îlonê de bê lidarxistin.

    Koma strana navdar ya Tirkiyê Kardeş Turkuler, li Hewlêrê konserek ya bi coş û pêşkêş kir. Koma Kardeş Turkuler, di çarçoveya Festivala Mûzîkê ya Xortan (Positive Vibrations) 2. Festivali de, hat Hewlêrê û  li Parka Samî Abdurrahmanê konserek da.  

    "Paradoks e ku tevî Îsa tucarî neçûye Kurdistanê, lê dîsa jî ew yek ji mûzîkjenên xwedî xeyala herî zêde ye li ser asta mûzîka kurdî" Hunermend Îsa Hesen bi berhemeke nû dîsa deng ji xwe tîne. Ya rastî ew deng ji buzuqa xwe tîne. Bi "So buzuq" (wisa biziq) Îsa heftemîn berhema xwe pêşkêşî hezkiriyên hunera xwe dike.

  Hat belavkirin ku hunermendê Kurd ê binavûdeng Mihemed Elî Tico duhî çûye ser dilovaniya xwe. Malpera Tirejafrin.com nûçeyek belav kir têde hatiye, “Duhî 2012/2/16 li Efrînê hunermendê mezin Mihemed Elî Tico ku jiya wî ji 82 salan zêdetir bibû li mala xwe bi sedema nexweşiyeke dil wefat kiriye”.

  Ji mûzîkê zêdetir kevneşopiya cilûbergan bala her kesê kêşa ser xwe Stenbol: Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), guhdariya muzîka "Diwan-a Dubeytî” ya helbestvanê Kurd ê navdar Baba Tahirê Uryanî Hemedanî pêşkêş kir.