Share |

Kovara Muzîka Kurdî 'Ziryab' Dest bi Weşanê Kir

Ziryab, kovara muzîkê yekê ya xwerû bi Kurdî ku her çar mehan carekê der keve, li Stenbolê dest bi weşanê kir.

Desteya weşanê ya Ziryabê ji Gokçe Selîm, Serhat Temel, Harun Elkî û Ozan Irmak, edîtorên wê jî Mevlut Oguz û Serhat Temel in.

Xwedî û berpirsê Ziryabê Gokçe Selim dibêje ku ew dixwazin pirsgirêkên muzîk û muzîkvanên Kurdî li her derê û qonaxê bi zimanekî erênî nîqaş bikin.

 “Em dixwazin muzîka ku bi keda salan û bi nirxên bilind hatiye afirandin, bi çavekî zelal û guhekî vekirî pêşkêşî xwendevanan bikin. Hêvîya me ew e ku ji muzîkvan û dilsozên muzîkê re qadeke nû vekin ku bikaribin xwe îfade bikin û sîya ser muzîka Kurdî rakin.”

Di hejmara yekê de bi Keremê Gerdenzerî, Nîzamettîn Arîç; Ayfer Duzdaş, Mem Ararat, Adnan Kartal, Cem Şivan Ergul, koma Sîya Şevê û Rewşan Çelîker re hevpeyvîn hatine kirin.

Di kovarê de ji bilî gotar û hevpeyvînan, danasîna albûma Mirady û nirxandineke li ser albûma Serhat Ertunayî jî heye.

Hêjayî gotinê ye ku di hejmara yekê de postera mezin ya stêrkê rocka Kurdî, Keremê Gerdenzerî û albuma Sîya Şevê ya bi navê ‘Li Pey Sîya Xwe’ weke dîyarî ji xwendevanan re tê dayîn.

 

dengeamerika