Share |

Panel û pêşengeha danasîna Dengên jinên Mezopotamiya li Amedê hate li darxistin.

  Projeya Dengê Jinê ya Mezopotamyayê bi merasîmekê  di roja yekşembê 14 tîrmehê li Qesra Îskenderpaşa ya dîrokî ya Sûra Amedê hat nasandin.  

Di danasîna ku li Qesra Îskenderpaşa ya dîrokî hat lidarxistin de wêneyên jinên ku ji berê heta niha dengbejî dikirin hatin pêşandan, qeydên kevn û amûrên muzîkê yên ku li wir hatin dîtin, temaşevanên ku hatin panelê bi nostaljiyê re derbas kirin.

 Di pêşengehê de penalek jî hate li darxistin û Serperişta  Projeyê Zeynep Yaş da zanîn û diyar kir ku qeydên dengên berê yên ku di destê wan de nînin ji wan re bên dayîn û got, "Ev proje lêkolînek e ku li ser arşîvên 25 jinên dengbêj û zarbêj ji aliyê Çand CIVIC ve hat destekkirin.

 

Xebat wekî projeyeke hevpar a Goethe-Institut û Yekîtiya Ewropayê hat meşandin. Ev proje ji bo derxistina arşîvên jinên dengbej û zarbêj e. Û da zanîn ku di meşandina vî karî de jî gelek heval cihê xwe girtine. Û wê  organîze dikir da ku arşîvê derxînin ronahiyê, ji bo ku arşîv diyar bibin û di vê mijarê de zêdetir hişyarî çêbibe.

Hêjayî gotinê ye ku gelek hunermend û kesên ku keda wan di vê pirojeyê de hebû beşdar bûn û behsa rola xwe di nava vê xebatê de kirin wek ( Eyşe tepe dogan – M. Mehdî kizil- Bereket ozmen- Aladîn Kiliç – Mûrad dildar- Seyfdîn guren- Gokçe Selîm- îhsan Zaniyar- şenay kumuz- Bêrîvan matyar- Mehdî jafarîzade- û mehmed demir) û Ev  çalakî li Amedê destpêkir  û  wê li Mêrdînê û piştre jî Dêrsimê bidome.  Û pêşengeh heta 3 rojan wê vekirî be ji temaşevanan re.