Share |

Articles

 Hunermed û rockbêjê Kurd Mirady strana xwe ya nû ya bi navê “Xwezî” ji nû ve got û belav kir.   Mirady “Xwezî Min Nedîta” sala 2004ê di albûma xwe ya bi navê “Xemname”yê gotibû.   Mirdy ev strana xwe piştî 21 salan bi şeweyekî nû bi navê “Xwezî” got û li hemû platformên muzîkê belav kir.  

Koma Amed ku di salên 1990î de bi gotinên xwe yên siyasî, şêwaza muzîka resen û awazên xwe yên pirrengî bûbû dengê nifşekî, piştî gelek salên sirgûn, qedexe û zextan, xwe amade dike ku bigihîje hezkiriyên xwe. Koma Amed dê di Cotmehê de piştî 30 salan cara yekem li Amed konsertek bide.   Endamê Koma Amed Memo Gul li ser hesabê xwe yê Xê ji bo konsertê weha got:  

  Li gorî te çîroka te ya muzîkê li ku dest pê kir? Pêwendiyeke çawa heye di navbera dengê te yê îro de û wî cihê ku te strana yekem lê bihîstî?  

  Rojîn keçek ji Rojavayê Kurdistanê ye ku bi salan e li Herêma Kurdistanê hunera şêwekarî dike. Wê heta niha çend pêşangeh vekirine. Ew hewl dide ku jiyan û qurbaniyên neteweya Kurd û têkoşîna wê ya bênavber ji bo azadiyê îfade bike.    Hûn herî nêzîkî kîjan dibistana hunerî ne?  

Stranbêja Kurd a bi navûdeng (Eyşe Şan) ku di sala 1938an de li bajarê Dîyarbekirê (Amedê) ji dayik bûye. Li navendeke çandî ya bajarê Dîyarbekirê mezin bûye ku berdewam li mala bavê wê rûniştina dengbêjên kurd hebûye.  

  Bi dirûşma “Em sîmayên nasnameya ji rengê Rojava xêz dikin” roja 17'ê mehê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê, Pêşangeha Hunerên Bedew vebû. Di vê 9’emîn Pêşangeha Hunerên Bedew de gelek berhem hatine pêşkêş kirin. Pêşangeh heta 19'ê mehê didome.  

 ji “Dar El Zeman” ya çap, weşan û belavkirinê, qevdek helbestên  Bulgarî yên jinan bi navnîşana “Ji Evînê Wirdetir„ ji wergera  mamoste Xurşîd Ilêwî hate weşandin.

10emîn Festîvala KurtÇîrokan a Kurdî roja Înê 13ê Hezîranê li Baxçeyê Xwendinê li Qamîşlî dest pê kir, bi beşdariyeke mezin ji nivîskar, rewşenbîr û hunermendan.

Ji bo ku mirov jiyana Êzidiyan di kampan de fêm bikin, kurekî Kurd ew hemû bi wêneyan birin Almanya. Rewand Cewad  , wênekêşekî Kurd, dehemîn pêşangeha xwe li Almanyali roja înê 16 gulanê  vekir. Rewand Cewad got , "Wêneyên pêşangehê êşa penaberên Kurd li kampên Başûrê Kurdistanê nîşan didin."

Hunermendê Kurd ê navdar, Ciwan Hesen, roja Pêncşemê 22ê Gulana 2025an, di 45 saliya xwe de, piştî ku  şewatek  li mala wî derketibû, bi giranî birîndar bûbû, serê sibê çû ser dilovaniya xwe.  

  Festîvala cil û bergên Kurdî ya "Şal û şapik" bo sala sêyemîn li Zaxoyê, bi taybetî li Pira Delal a dîrokî, dest pê kir.

  Kovara metîn, di zincîreya dîdarên di gel nvîser û hunermendên dahêner de, çûye cîhana çîrokinvîsê hêja îsma'îl hacanî.

Hejmara (25) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.   Dosyaya vê hejmarê “Di Sûriyeya Nû de; Çand û Wêje” ye , li ser vê mijarê çend nivîskar û rewşenbîr nêrînên xwe anîn ziman..  

Festîvala Şanoya Amedê ya 10emîn ku ji aliyê Şanoya Bajarê Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT) ve tê organîzekirin, dê di 25ê Nîsanê de dest pê kir.

Hunermendê Kurd Remezan Necim Omerî di roja pêncşemê 17ê Nîsana 2025an di temenê 85 saliyê de li bajarê xwe bajarê Dirbêsiyê yê girêdayî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di temenê 86 saliyê de ji ber nexweşiya felcê ku ji encama kirîza mejî pêk hatinû beriya zêdeyî salekê û koça dawî kir.  

Roja çarşemî 09.04.2025 bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî û bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê, 17emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê dest pê kir.  

LiteraKurd Mala Wêjeyê li Amedê di roja 6 nîsanê 2025an de li maleke kevnar de li nava Sûra Amedê deriyên xwe ji nivîskar wêjekarên hezkiriyên edebiyatê kurd re vekir.

Ev berhem, çîroka jiyana nivîskar Mehmet oncu ye ku bi xwe nîvîsandiye ji weşanxaneya Sîtav ê çap û weşandiye , 

Yekîtiya Dildarên Kurd (DILKURD) ragihand ku ew nebûna Prof. Dr Kadrî Yildirim di xebatên xwe yên li ser Kurdî yên 4 salên borî de hîs dikin.   4 sal di ser koçkirina dawî ya zimanzan, akademîsyen û lêkolînerên Kurd Profesor Dr. Kadrî Yildirim re derbas bûn.  

Pêşangeha Wêneyan a Newrozê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve hat organîzekirin û ji aliyê Komeleya Hunerê ya Wênekêşiyê ya Diyarbekirê (DÎFAK) ve piştgirî lê hat kirin, li Galeriya Navenda ÇandAmedê li 20 adara 2025an derkete pêşberî hunerhezan.

  Werger ji erebî:Dilşa Yûsûf 1 Ez li ser xakek talankirî ji dayikbûme Her tişt li ser wê şûnpêye. Ji ber vê, divê tu bi hêz be

Lêkolîner û nîvîskar Zeynep Yaşa ku bi projeya Dengên Jinên Mezopotamyayê daye pey şopa dengên jinên Kurd, li Enqereyê atolyeyek lidarxist. Di atolyeyê Yaşê ragihand wê heta niha ser 32 arşîv û berhemên jinên Kurd xebat kiriye ku hêj zêdeyî 130 arşîva jinên Kurd jî li bes destê wê ye.