Share |

Pêşangehek şêwekarî bi beşdariya 68 hunermendan li bajarê Qamîşlî vebû.

 

Bi dirûşma “Em sîmayên nasnameya ji rengê Rojava xêz dikin” roja 17'ê mehê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê, Pêşangeha Hunerên Bedew vebû. Di vê 9’emîn Pêşangeha Hunerên Bedew de gelek berhem hatine pêşkêş kirin. Pêşangeh heta 19'ê mehê didome.

 

Pêşangeh ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve tê lidarxistin. Di tabloyên li pêşangehê de mijarên nasname, ax, jin û berxwedan balê dikişînin.

 

Di roja sêyemîn a pêşangehê de wê şahiyeke û şevbêrka helbestan were lidarxistin, her wiha hunermendên beşdar dê bêne xelatkirin.