Share |

Articles

Ev Pirtûka nû ku ji weşanxaneya DARA Li Amedê derketiye. behsa malbata bedirxaniyan dike. Armanca lêkolîna li ber destê we, hinek ronîkirina xebata civakî û siyasî ya Emîn Alî Bedirxan û bi taybetî jî herdu lawên wî; Celadet û Kamiran Bedirxan e, di deh salên dawî yên Dewleta Osmanî de. Di vê xebata li ber destê we de, sî û heft meqaleyên birayên Celadet û Kamiran Bedirxan hene.

Li ser cihanê Federasyona rojnemeger û niviserên geştî (FİJET) xelatekê didin ku ev xelat weke “Oskara Geştiyarîyê” tê zanîn û weke “Sêva Zêrin” tê binav kirin.

  Kejal Îbrahîm ku nişteciha Silêmaniyê bû şeva borî 23.04.2018ê li nexwaşxaneyê koça dawî kir. Kejal Îbrahîm ku yek ji helbestvan û wergêra nasyar a herêma Kurdistanê bû, xwedî bi dehan berhemên helbestên kurdî, erebî û helbestên wê ji zimanên erebî, rûsî, îspanyayî û Îngîlîzî hatine wergerandin.  

Dibe ku hûn niha helbesta min a dawî dixwînin, dibe ya destpêkê be, Ya rastî ez nema biser destpêk û dawiya helbesta xwe ve dibin. Carê, hin helbestên min bi çêja meqamê nehawendê bûn, Hin jê bi rengê bayê, rengê avê û axê diçirisîn, We diye, çawa carna du evîndarên fedyok, bi dizî awiran diçirisînin,

     (Gelî mîr Axa û Paşano! Ez ji we dipirsim, kê ji we heta niho ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizaninhun hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ewe ku mirov nehêle dijminê mirov bikeve nîv wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê xwe yava bike, mekteba, medresa û xêrata çêke, hezkirina weten ewe ku mirov zaroyên wetenê xwe bide xwendin, bide e`limandin û sin`et û me`erîfeta..)  

 Bahoz Baran dibêje "dema mirov bala xwe dide xebatên Celadet Elî Bedirxan, Hawar û Ronahî û Roja Nû, çemê folklorê û yê rêzimanê ligel hev diherikin; lê vê taliyê kurd ji wê mîrateya folklorê bê par mane yan jî wek ku li wan wisa hatiye ku folklor ne tiştekî mihîm e, lê jiyana kurdan bi xwe folklorîk e. Folklor ketiye nav ruhê vî miletî."  

Roja 5-4 -2018 . 21mîn xûla festîvala wêjeyî û hunerî ya Gelawêj li Silêmaniyê bi beşdariya hejmarek mêvanên biyanî û navxweyî dest pê kir.   îro Pênşemî 5ê Nîsana 2018ê di saet 10:00an de 21mîn festîvala wêneyê û hunerî ya Gelawêjê li hola Tewar a Silêmaniyê dest pê kir.  

Melayê Bateyî eslê xwe ji gundê bi navê Bateyê yê girêdayî bajarê Colemêrgê ye. Navê wî rastî Husên e, lê di nav civat û edebiyata Kurdî de wekî Mela Bateyî tê naskirin. Mela Bateyî, yek ji nivîskarên klasîk ên Kurd e.  

  Encûmena neştimanî Kurdî li Hewlêr bi hevkariya hotêla Capîtol Hewlêr we vexwendî şeva imzekirina romana  (Hovîtiya bê dawî) ya nivîskarê kurd Rêwan Mîranî dike.   Cih. Hola konfirana ya hotêla capîtol hewlêr - 40 mitrî Dem. Roja înê 6-4-2018 li demjimêr 7 êvarê  

  Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê şaxê Ewrupayê Agahî Em hemû Efrînî ne Di bin vî sernavî de HRRK ê şaxê Ewrupayê pêncemîn festîvala çand û hunerê ya Rojava li Elmanyayê lidardixîne Helbest - Çîrok - Şano

Bi helkefta 4mîn salvegera koçkirina hunermendê Kurd Cemal sedûn ku di 30 adarê de derbas dibe.

Hunermend, muzîkjen, stranbêj û derhêner Nizamettin Ariçê piştî albûma ku bi helbestên Fêrîkî Ûsiv hatibû amadekirin vê carê albûmekê amade dike ku ji helbestên Cegerxwînî pêk tê derdixe. Ariç diyar dike ku ev diyariyeke wî ye ji bo Cegerxwînî û dibêje ku "Fêrîkê Ûsiv û Cegerxwîn jî du nirxên kurdan in û em bi wan serbilind in."

Pêşbirka Xelatên Helbestan a Arjen Arî ya 5emîn diyar bûn. Di Pêşbirka îsal de Emerîkê Sidîqayê bi berhema xwe ya bi navê “Nameya Şîn” hêjayî xelatê hat dîtin. Herwiha Yekîtiya Tebîbên Tirkiyeyê (TTB) jî layiqî xelata rûmetê hat dîtin.

li êvariya roja duşembê (26/3/2018) û bi amadebûna û piştgirî  li çalakiyên edebî ya Yekîtîya nivîsekarên kurd- (Dihok) bi hevkarî di gel:  

Di berdewamiya kar û çalakiyên xwe yê wêjeyî û bi hevkariya yekîtiya nivîskarên Kurdistan- Sûriye.

Nivîskar: Ibrahîm Ibrahîm Lêhûrbûn Mihemed Zekî Mihemed  Hoşeng Nîzar Nûh Dergê pêşî Luqman Ehmed Çapa yekem 2018  Siwêd Çap: Apec Tryck & Förlag AB ISBN: 978-91-88333-24-7

Êdî Hêsir ji Baroveya Efrînê re dibêjin: Hey Hawarrrrrrrrrr Mirin li Kolanên Dil Sîwanên xwe vedigire.. Ne Xwedayekî bawerpê, ne Asmanekî parêzvan û ne Erdeke aram.. Li Dayikekê guhdarî dikim, li ber Çavên min Şîrmijê xwe bi Axê dilorîne..

Tora Medyayî ya Rûdawê

 Di 29 Saliya Koçkirina Mihemed Şêxo de, rola wî di parastina ziman û pêşxitina muzîka Kurdî de         Konê Reş  

Bi helkefta bîranîna 39 li ser koçkirna Barzaniyê nemir. Dezgeha Sema ya çandî û hunerî

Bi helkeftina roja zimanê dayikê me (Birek ji nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan) serdana mala mamoste Derwêşê Xalib kir. Û wek rêzgirtin ji kar û xebatên wî re di ber zimanê Kurdî de, me spasiyên xwe jêre pêşkêş kir..

Hunermendê kurd Hesen şerîf di nûtirîn berhemê xwe yê hunerî da behsa rûdanên 'Efrînê dike û stiranek bi navê “Ez zaroyek 'Efrînî me”, bo zarokên 'Efrînê gotiye û di vê stiranê da behsê derdeserî û êş û azarên zarokên 'Efrînê dike.

  Roja sêşembê (20.02.2018) li Egitim-Sena Amedê, saet di 15.00an de, bi minasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê panelek hat lidarxistin. Axaftvanên panelê Osman Ozçelîk, Qedrî Yildirim û Resul Geyîk bûn. Panel bi moderatoriya Fatma Budak Guler bi rê ve çû.

Romana nivîsakarê Kurd Heysem Hisên, ku sala 2009an, bi Zimanê Erebî bi sernavê “Qurbaniyên Gunehkariyê”ji aliyê Weşanxaneya el-Tekwîn ve li Şama paytexta Sûriyê derket, destpêka sala 2018an li Amedê, ji aliyê Weşanxaneya J& J ve, bi Zimanê Kurdî jî derket.