Share |

Articles

  ez ê pêrgîhatina te bi bişirînên gulrengîn pêşwazî bikim xalîçeya qedîfe li ber lingên te ya narîn raxim delaliya bejna te ya zirav bi fîstanê hevrîşimî bixemilînim li ser mizgîniya xêrê kilama agirê evînê bilorînim di şadiya sermestiya xwe de semaha îlahiyan

Dezgeha ARTA a ragihandin û geşepêdanê di 70 saliya nivîskar û dahênanê Kurd Silêman Abdo ( Konê reş) bi şeveke hunerî li ARTA CAFÉ li roja înê 1-9-2023 xelat kir .  

Şêwekara Kurd Semer Drêî roja Pêncşemê ya 31'ê Tebaxê jiber nexweşîyek dûmdirêj di nexweşaneyekê de li Almanya jîyana xwe ji dest da.   Şêwekar Semer yek ji hunermendên jin yên Kurd in ku bi xebatek bêhempa karîbû cihê xwe di nav civata şêwekarî de bigire û ronîyê bikşîne ser kar û berhmên xwe, ne tenê li nav civata Kurdî lê belê li nav bîyanîyan jî.

Di 20.8.2023an Li Hola Hêlîn li bajarê Essnê li Elmanyayê Yekîtîya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ahenga îmzekirina CD ya ji helbestên melayê Cizîrî  û pirtûka stranên hunermend Zibêr Salih li darxistin.

  Di 29ê tîrmeha sala 2023an de, li hola Efrîn li bajarê Qamişlo,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya kongirê xwe yê sêyem bi amadebûna endamên li hindurê welat û bi beşdariya endamên herdu nûneratiyên li Kurdistan û Ewrupa di riya hevgihîniya Zoomê re lidar xist.

    JI BO HELBESTVANÊ DILNIZIM XALO EHMED HUSEYÎNÎ     Sibeheke rût   Ji dervî nûçeyeke tal   Giyanê min tiştekî dî hîs nake   Çav û gavên min hatine kilîtkirin   Lehiyeke rondik ew fetisandine  

    Roja Sêşemî 18 -temûzê Mehmûd Sebirî nivîskar û helbestvanê Kurd û yek ji avakerê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û bibû endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê, lê di demên dawiya jiyaba xwe de kesayetekî serbixwe bû û li bajarê Hisicê ji ber nexweşiyê çû ser dilovaniya xwe.  

  Celadet Alî Bedirxan (1893 Stenbol-15ê tîrmeh 1951 Hêcanê/Şam) siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû.

Pêşangeha bi navê ‘Deng Pirengekan’ ya jinên şêwekar ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê duh li Mûzexaneya Nîştimanî ya bajarê Silêmaniyê hat vekirin.  

Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Anka--Der, Med-Der û Birca Belek qursên zimanê kurdî dest pê dikin. Yên bixwazin dikarin serî li wan bidin.   Li Enstîtu bi Kurmancî, Soranî û Kirmanckî  

dinvîse, û di dil de weke çemek avê diherike û xwe digihîne kûrahiya hestan, tê bîra min. Bê goman her helbest nikare bandora xwe di warê nîşan,

Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê roja 7-7-2023 li Duhokê hat lidarxistin û tê de çanda Kurdên Êzidî yên ji deverên cuda yên cîhanê hat nîşandan. Çalakiyên hunerî, pêşangehên çandî, stran û aheng beşeke Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê ne.  

Berhema Roza Metîna a bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” ya ji 7 çîrokan pêk tê û tê de cih didie têkoşîna jinên kurd, ji Weşanxaneya Aryenê, derket.  

    Şêwekarî, cureyeke hunerê ye. Bi vê hunerê, her tişt bi awa û şêweyeke nû tê dariştin. Ew yek ji hunerên herî ciwan tê hejmartin, hunera derbirîna raman, hest û her tiştê

  Şêwekarê ji Rojavayê Kurdistanê Mihemed Şerîf roja 18- hizêran  di bin cavdêriya dezgeha Sema û li hola Sema li Capitopl Hotel li Hewlêrê pêşangehek bi navê  “Sirûşta Kurdistanê” vekir. Şêwekar Mihemed Şerîf ku li Hewlêrê dijî di pêşangeha xwe de 42 tablo nîşan dane, dê pereyên firotina tabloyên xwe bide nexweşên penceşêrê.  

Wênegirî hunera kişandina ronahiyê bi kamerayê ye, çendî teknîk û kalîteya kamerayê baş be jî, tiştê ku çav digire, ciwantir û bedewtir e. Asta derbirîn, bedewî û dahênana wênegir, wergir ber bi xwe ve dikişîne ye.

Hunermenda kurd Rewşan Çelîker li Navenda Çandê û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konserek li dar xist.  de salona konserê de, bi 1500 kesî tije bû.    

Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê li evara roja duşembê 29 gulanê ahenga xelatkirina serkeftiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a sala 2023an birêve çû. Ev pişbirk ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve hatibû rêkxistin û encamên wê 29 adarê hatibûn ragihandin.

  CEJNA DIL îro cejna dile ji bo bînim gule lê bikim silava pêre qevda gule rojbûna te evro gula mina her ro ez bêriya tedkim çima ji min sile gula baxê minî şaha dilê minî ez vîndarê teme lê ji nîva dile cejna vîna meye lê rojbûna teye simko wê bi mînê

Di bin çavdêriya dezgeha Sema ya çandȋ ȗ hunerȋ ȗ bi beşdarya hejmareke ji rewşenbȋr ȗ beşdarvanan, di roja ȋnê 26 gulana 2023 şeva imzekirina du pirtȗkên nivȋskarê Kurd Enes Qasim li hola Sema li Capȋtol Hotel Hewlêr. Pirtȗka yekem  romana (Pîrejinek Efrînî pêdariyê diçînê ) Pirtȗka diwem lêkolȋnê (Terazûyên helbesta kurdî)   

Bi pêşandana 26 strana ji hêla 7 komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, roja 5`an a 2`emîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş bi dawî hat .

    Romana Meha Hesen a bi navê “Metroya Helebê” ku bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin, ji aliyê lêkoler û wergêrê Kurd Xalid Cemîl Mihemed ve bo Kurdî hat wergerandin.  

    DEREWEKE SPÎ   Bi dengê trênan, tême dagirtin. Bi bêdengiyeke ne li ber destan û rûyekî nayê jibîrkirin. Nizanim rêwî yên duh, ji kîjan rexî ve hatin.   Dengê xwe didim bûnewerine ji tozê û canewerên kedî. Xwe didim neynikan

Li bexçeyekî Qamişloyê pêşangeha xwendekaran Ji bo xwendekarên Fakuleteya Hunera Bedew a Zanîngeha Rojava pêşangehek hat vekirin. Pêşangeh bû neynûka behreyên xwendekaran.   Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi hevkariya Zanîngeha Rojava, bi armanca pêşandana hunera xwendekarên herêmê, pêşangah şêwekariyê li Bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo vekir.