Share |

Helbestvanê Kurd Husên Hebeş xelateke wêjeyî ya navdewletî li Hindistanê wergirt

Helbestvanê Kurd Husên Hebeş xelateke wêjeyî ya navdewletî li Hindistanê wergirt
Helbestvanê Kurd Husên Hebeş xelateke wêjeyî ya navdewletî li Hindistanê wergirt

Helbestvanê Kurd Husên Hebeş xelateke wêjeyî ya navdewletî li bajarê Kalkuta yê Hindistanê wergirt.

 

Helbestvanê Kurd Husên Hebeş xelata wêjeyî ya navdewletî “CATAC” di Foruma Ramanwer û Nivîskarên Navdewletî ya ji bo Aştiyê 2024 de wergirt, ku li bajarê Kalkuta yê Hindistanê hat lidarxistin.

 

Ev xelat “ji bo beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanî de, li kêleka çend helbestvanên din ên cîhanê” wergirtiye, wekî ku di sedemên dayîna xelatê de hatiye gotin.

 

Helbestvanê Kurd Husên Hebeş ji navçeya Şiyê yê Efrînê ye û ji sala 1996an ve li Almanyayê dijî. Husên Hebeş ku di destpêka xwe de helbest bi erebî dinivîsandin, çend sal in tenê bi kurdî dinivîse.

 

Husên Hebeş di helbestên xwe de, li ser mirovê Kurd ê ku rastî neheqî, zulm û bêparkirina mafên herî bingehîn bûye dinivîse û hewl dide dengê gelê Kurd bigihîne her devereke cîhanê û bibe helbestvanekî navdar ê navdewletî.

 

Husên Hebeş beşdarî gelek festîval û dîdarên li ser asta cîhanê dibe, herî dawî jî di meha Cotmeha borî de li Uruguay beşdarî Festîvala Helbestê ya Navdewletî bû.

 

Helbestvan Husên Hebeş di sala 2022an de Xelata Hamid Bedirxan ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê jî wergirt. Herwiha di heman sê de jî, li Bosna û Herzegovînayê Xelata Helbestvanê Herî Baş ê Navdewletî jî wergirtibû.

 

  (K24)