Pirtûka Miradê Kinê Jiyan, Huner û Stranên Wî ji weşanên weşanxaneya Nûbiharê çap û belav bû ev berhem Ji du beşên sereke pêk tê. Beşê yekem lêkolîn e li ser jiyana Miradê Kinê û stranên wî, û beşê duyem jî nivîsandin û şiroveya 116 stranên wî ye.
Tê zanîn ku Herêma Torê; ciyê dîn, milet û şaristaniyan e; herwiha cîh û warê çanda Kurdan e jî. Yek ji hozanên me yê di nava vê pirrengiya çanda dewlemend de gihiştî, Miradê Kinê ye. Ew bi navê “Miradê Kinê”, “Mirado” û bi leqeba “Mîrê Ribabê” tê naskirin. Bi eslê xwe ji navçeya Kerborana Mêrdînê ye.
Miradê Kinê, hunermendekî dualî ye; hem stranên kêf û dawetan gotine hem ji yên dengbêjiyê. Stranên kêf û dawetan bi wezn û aheng, yên dengbêjiyê jî bi awaz û bi şewat gotine. Wî bi vê dualîtiya xwe, geh dilê xelqê xemgîn kiriye, geh jî dilxweş kiriye. Wî, di muzîka Kurdî de digel awaz û şêwaza xwe, bi ribaba xwe jî reng û tarzekî nû û ciyawaz afirandiye, ku niha jî gelek hunermend li ser tarza wî stranan dibêjin.
Miradê Kinê, hem gula dîwan û civatan hem jî bulbulê dawetan bû. Li herêma Torê, hunermendê ku herî zede ji bo dawetan dihate vexwandin û hezkirin, ew bû.
Nivîskar: Hurşît Baran Mendeş
Hurşît Baran Mendeş di sala 1976an de li Cizîra Botan ji dayik bûye. Di sala 1996an de neçar maye ku koçî Îzmîrê bike. Li wir di rojnameya Çağdaş Urla û Yarımada de dest bi rojnamegeriyê kiriye.
Pirtûka wî ya yekem a helbestan “Botan Geceleri” di sala 1996an de hat weşandin. Di tarîxên cuda de bi giştî 5 pirtûkên wî yên helbestan heta sala 2019an de hatine weşandin.
Di sala 2000î de li Hezexê çapxaneya yekem damezirand û rojnameyek herêmî ya bi navê Güney Expres weşand. Di gelek sazî û dezgehên alîkarî û piştevaniyê de weke serokê damezirîner û rêveber peywir girt. Di sala 2010an de li Şirnexê bûye serokê damezirîner ê “Komeleya Rojnamegerên Şirnexê” Di sala 2011an de li navçeya Kerboranê ya li ser bajarê Mêrdînê, rojnameya herêmî Dargeçit Haber saz kiriye .