Nivîskar û kesayetiya navdar yê Kurd Bilal Hesen (Çolbir) di roja înê 20ê Îlonê di 91 saliyê xwe de li Almanyayê koça dawî kir.
Nivîskar Bilal Hesen sala 1933’an de li gundê Xilalka yê herêma Efrînê jidayik bû, ji ciwaniya xwe ve tevlî xebata siyasî û doza gelê kurd bûye. Û yekem kese ku agirê Newrozê hilkiriye beriya 65 salan û bi navê (Lehengê Newrozê) tê naskirin.
Bilal Hesen pirtûka “Pîr û Pendî” a pendên kurdî ku ji 759 rûpelan pêk tê nivîsiye û tê de zêdetir ji 20 hezar pendê kurdî parastiye, ligel ferhengokeke kurd biçûk, û pirtûka “Herwiha Heft ji hejmarên hêzdar” jî çap kirine.
Nivîskar Bilal Hesen ji sala 2004an ve li Almanyayê dijî û xebatên xwe yên wêjeyî û çandî dikir û di sala 2013an de Xelata Cegerxwîn wergirtbû.
Em bi navê rêvebir û malpera Sema kurd . sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin û xwedê wî bi dilovaniya xwe şa ke û cihê wî bihuşt be.