Share |

Pêşengeha Hunermendê Şêwekar Arêz li Hewlêrê hate vekirin

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

 

Roja Şemî 22ê Hezîrana 2024an, Kafe û Geleriya “Kevnar” li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, pêşangehek li jêr navê “Jîlemo”, bo karên hunerî yên Maşalah Mihemedî naskirî bi “Arêz” ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê bajarê Sine yê ser bi Rojhilatê Kurdistanê vekir ku heta roja Înê 28ê Hezîranê berdewam dibe.

 

Di vê pêşangehê de çendîn tabloyên nû yên hunermned Maşalah Mihemedî, herwisa enîmeyşineke çend xulekî ya navbirî bi navê “Homo Fiyuc” hate pêşandan.

Bi giştî di tabloyên vê pêşangehê de behsa mirovê Kurd û jiyana gundewarî tê kirin

 

Bêhzad Qadirî- kurdshop