Share |

Gurzek helbestên bê navnîşan ji pênûsa helbestvan : Ehmedê xursê

helbestvan : Ehmedê xursê
helbestvan : Ehmedê xursê

Dilê  mine   bêyî  te  nahewe

bi  arê   dûrbûna   te dikewe

tu  bi tenê  sermyana  vî  dilî

her tişt bê te pûç e û derewe

pirsyanê  çare  nekir çarnikêr

xincî   xirabê   vî   dilê   bêkêr

tu  mayî    nehînî   ne  naskirî

kesî  te  şanî  min nekir nexêr

xewna her û herî mayinde ma

ji  dilê   min nayê der têde ma

ta mirin  gunehên  min bişoyî

bin zimanê min de navê te ma .

 

-------

destên ji hêviyan qetiyan

ên min bûn hemî têkçûn

hemî derfetên hesan bûne xerîqet

min nema tam ji jiyanê çêjand

çi bikim delala bê te çare nebû .

binere çawa her tişt bê kêr e 

piştî rojên berê

hema hema çerx digere

wiha xwîna damarê min 

niqriska dilê min homan e

dileriz e

keftelefta navê te di hunavên xar de ma

min nema karî li te mukir bibim

 ku ji te hez dikim

li bajar û kuçan pirsyan a min û  te  bûyî

hevsera rewanê min tu bûyî

min digot tirsa mezin tuyî

 ku te nebînim

te digot xwedan mezin e

bawer bike xwîna min sar bû

êdî her pêjn û salox derew e  .

-------

Ey lê gulê

çavên te belek in

helaketin

Veşara razên xilmaşiyê ne

Mişextiya du keklekên reş in

Pora te tavheyve

herkîna sûlavên Niyagara ne

hestên min şîpên evîndariyê ne

Ferfûrî ne

Sîng û berên qerçiyeke Romanî ne

Rimildarê qismetê min kufş nekir

falê fincana nim venekir

tişt ji dilxweziya min sehnekir

Şerqîyan êl barkirin çare nekir

kir û nekir te ji bîr nekir

ev dilê Derwêş seravde kir .

 

--------

Ber bi jor ve …

ber bi jêr

li sernserî jînenîgariyê

welatê min

ê perçekirî

hesreta warê kalan

Zarortiya qurmiçî

hêlina windakirî

mîna hêka dilme

ji banê hêviyan hatime xwar

dîwarên zindanê li min ne derizî

hogiriya kesî min nedî

dilê xweda bi min ne şewitî

min nedî

lêbaniya hembêza dayika xwe

min nedî

Winda bê nijad

li min hisrete

heman derdê giran e 

 welatê min êdî

xurbet e

Hesreta welatekî serbixwe

ji dilê min dernayê .

 

-------

Demên derbasbûyî

civanên ku li her hawakî

bîna evînê difûriya

kêlîka ku min te maç dikir

katjmêr radiwestiya

û dilê min teka teka vedimirî

Demên derbasbûyî

benên xav li sitwên bêrikirinê digeriyan

li ber pencereyê dilê min diherimî

û sibehên sipî  rojnemeya hevpeyvînên me bûn

dem şikeva dibuhirî

wiha berî hindekî

pêjna te piştî nifşekî dihat

xirepişa yarkujê ye

li paş derî .

 

 

 

--------

Ji rûpela Helbestvan ya facebook