Berhema pêncan ya helbestvana Kurd Evîn şikakî ji Weşanên Nûbihar ê hat çapkirin û belav kirin .
Li bajarê Dêrikê ji dayik bûye, xwendina xweya serekî û navincî, li wir kiriye, li bajarê Qamişlo, peymangeha mamosteyan temam kiriye. Helbest û çîrokê dinivîsîne û di malper û kovar û rojnameyên kurdî di weşîne. Di 2005an de damezrandina Baxê Jinê Dêrikê kir li gel çend hevalê xwe. Berhemên wê: - Fîxana Pênûsên Nazik, Antolojiya helbesta kurdî yan nûjen (helbestvanên jin) li Kurdistanê, lêkolîn û danhev (Ronahî, 2012) - Karwanê Baranê (helbest, bi erebî, Ezeman, Şam, 2005, çapa duyem Imarat Dubey 2006 dezgeha Sema ya rewşenbîrî) - Li Ber Kevîka Hêviya (helbest, bi erebî)
keça dilê te me
Evîn Şikakî
ji cenga mirinê direvim
li pey xwe sihikên mirovan
xaniyên kavil
rêyên pîr, lêxistina deriyan
di sibehên cejnê de
û strana: hoy… hoy delala dilê min dêrik buhişt e…
li pey xwe dihêlim
di bosteke av de dixeniqim
ji dengê xwe têm şuştin
bêriya xwe dikim
noq dibin……
di ava deryaya spî de
li binîîîîîî…
li binî disekinim
koçberan kêl bi kêl dijmêrim.