“PÊL” navê romana nivîskara navdar Virginia Woolf e ku êdî ew bi kurdî ye jî. Ev roman yek ji romanên girîng ê îngilîz e.
"Pêl" qala cîroka şeş karakteranan Bernard, Susan, Rhoda, Neville, Jinny û Louis dike. Diyalogên di rojekê de; li qeraxa behrekî serê sibê ji rojhilatê heta êvarkî rojavayê didomin. Her karakter li gor xwe xwedî taybetiyeke xweser e, lê bi hev re zanînenek navendî ya bêdeng saz dikin.
Woolf ev romana xwe di sala 1931'ê de nivîsandiye. Di nav dîrokê de ev roman wekî "romana herî ceribîner ya nivîskar" hatiye binavkirin û heta niha ji bo li dor 50 zimanan hatiye wergerandin.
BBC di sala 2015'an de anketek saz kir ku ev roman di wê anketê de wekî 16'emîn romanê serketî yê îngilîz hat hilbijartin.
Romana ku nivîskara wê Virginia Woolf bi xwe gotibû, "Ev yekem xebata min e ku min bi şêwaza xwe nivîsand", niha êdî bi kurdî ye.
Pirtûk ji aliyê Hezar Îsmaîl ve ji îngilîzî bo kurdî hatiye wergerandin û ji Weşananên Na derket.
JI ROMANÊ
Ji romanên paragrafek: "Û di hundirê min de pêl hevraz dibe. Diqepişe; pişta xwe qeloz dike. Û ez careke din ji xwestekek rû haydar dibim, tiştek di bin min de mîna hespê serbilind hildipere, ku siwarê wî pêşî wî mêmûz dike û paşê ser hefsarê wî kaş dike. Tu yê ku ez niha li ser pişta wî siwar dibin, kî ye ew dijminê li hember me pêş vediçe, dema em li ser vê peyarê rawestîne? Ew mirin e. Mirin dijmin e. Mirina ku li hember wê min daye zergehê, lê porê min ku wekî porê xortekî paş ve çedibe, wekî porê Persival, dema da çar piyan çû Hindistanê. Vêga hespê xwe mêmûz dikim. ez ê rast werim hemberê te, bêyî ku têk biçim an jî serê daxînim, Hey mirinê!"
VIRGINIA WOOLF KÎ YE?
Nivîskar Virginia Woolf di sala 1882'yan de hatiye dinê û di sala 1941'ê de întîxar kiriye û miriye. Ew wekî femînîst, nivîskar, romanivîs û rexnegir tê nasîn.
Di 13 saliya wê de diya wê ji ber nexweşiya giran dimire. Woolfê naşînin dibistanê lê ew xwe pêş dixe. Xwişka wê ya biçûk hê di biçûkatî de dibêje ezê bibim ressam, ew jî dibêje ezê bibim nivîskar. Yekem kurteçîroka wê di sala 1895'an de li rojnameyê belav dibe.
Ew d sala 1912'yan de ligel Leonard Woolf dizewice. Leonard Woolf ji bo jina xwe çapxaneyê ava dike, pirtûkên Vinginia Woolg li wir çap dibin. Dor 15 pirtûkên wê hene ku "Pêl" yek ji wan e.
- Pêl / Virginia Woolf / Werger Hezar Îsmaîl / Weşanên Na / Roman / 2024
Diyarname