Share |

Gurzek helbest ji pênûsa nivîskar; Taha Xelîl

Taha Xelîl
Taha Xelîl

Her tişt

 

Û li wir

Her tişt te tîne bîra min

Keviyê golê….kelegermiya nîcirvana…. Û torên wan yê riziyayî

Siqêfên şivanan û  deqên gulover yên li ser ba

Kilê Kewa te tîne bîra min

Fediya kewsiyên biçûk

Û te tîne bîra min Dobelanê şevê  .. yên bi xwîn

Û ew herikînên ji me çûyî li ser bênderê Rengo û şêx cibir

Û beriyên şevê.

 

-----

Xalek

 

Min helbestek tenê ji tere nivisand… paşê min ji hemî jinan re dubare kir

tenê Helbestek min dêşîne ji heyama çend salan de

tenê Helebstek ..ez pê giryam li ser tevayî jinan

Helbestek  tenê.. nerm wek bêrîkirnê

Wek xalek kesk..li aliyekî pêsêra te.

 

----

Carna

Û carnan …. Û pirê caran

Pêdiviya min bi wêneyê te heye

Ez datînim ser çonga xwe

Tu hevkariya rabûna min dikî

----

Text

Kî textê bayê ji tere dihejîne ta ku tu razê

Kî nobedariya xwenên te ji Guran dike?

 .............

Wêneyek

 

Wêneyê wê dema dikene

Bi salan e li jora pirtûkxaneyê daleqandî ye

Bi salan e dikene...û mezin nabe

Bi salan e pirtûkxane diheje

Pirtûk bi bêrîkirneke şermokî şil dibin

Bi salan ez dibînim ew dikene

Û ez dibînim pirtûkxane diheje

Pirtûk dikevin

bi ser serê jinan

Û serê min de.

 

…………

Girî

Xwedê du kezî nedane min

Bo ku ez yekê bi ser te de qut bikim

Û a din bi ser xwe de

…………

Gula beriyê

Li ser min ditrse

Piştî nîvê şevê gazî min dike

Gelo di xewna te de jinek derbas bû?

Di xwîna min de dubare dike; ez gula Beriyê me

Ez li ser te ditirsim law

 

……….

Gûhnedan

 

Ne nebûna te min dêşînî. Û ne ne guhdana te ya şermok

Wê min bêşînî dema ku tu navê min bi bîr bînî weke birûskê di nav navên

Yarkên xwe

Yarkên beriya min

Û yarkên piştî min.

 

……………………

 

Werger ji Erebî: Hozan Emîn

Ji dîwana wî ya bi navê ( Birîndarim wek newalanجريج كالوديان