Share |

Cegerxwîn di 40 saliya oxirkirna xwe de li Amedê hat bibîranîn

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Weqfa Mezopotamyayê û şaredariya bajarê mezin yê Amedê, di roja şembê 2 mijdarê 2024 ji bo 40emîn salvegera oxirkirna Helbestvanê mezin yê Kurd Cegerxwîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê çalakiyeke bîranînê li dar xistin.

 Bi bernamak dewlemend rê û resmê vê bîranînê hatin li darxistin di destpêkê de Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî bîranîna Helbestvan û Nivîskar Cegerxwîn bû û diyar kir ku Cegerxwîn bi jiyan û têkoşîna xwe bandoreke mezin li ser Kurdan hiştiye. û bername bi axaftina beidaran re berdewam kir şêx Misbih bi xwendina hin helbest û bîranînên xwe . nivîskar Mal Mîsanj ji Axaftinek li ser mezantiya kesatiya Cegerxwîn di nava çanda Kurdî de û helbestvan Berkeb Bere jî bi helbestek xwe li ser Cegerxwîn bername dewlemend kir û bi stran û muzîkê bername bi dawî bû.