Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di bin diruşmeya “Bi sirûdên xakê û bi fermanên şehîdan ber bi şahiyê ve em erka xwe ya çandî didomînin” roja 8.11.2024an dehemîn Festîvala Çand û Hunerê li dar xist.li Navenda HRRK li bajarê Qamişlo.
Di festîvalê de bi dehan helbestvan, nivîskar, endamên jin û mêr ên Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û saziyên sifîl ên bajêr amade bûn.
Çalakiyên mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Cîgira hevserokatiya Rêveberiya Çandê ya herêma Cezîrê Mariya Ebî bixêrhatina beşdaran kir.
Piştre Serokê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Ehmed Hiseynî gotarek pêşkêş kir û tê de spasiya amadebûyan ji helbestvan, nivîskar û hemû kesên ku destek dane festîvalê kir.
Paşê bi mûzîka kevneşopî ji aliyê hunermend Kawa Kalî hate pêşkêş kirin û paşê pêşangehek ji tablo û wêneyên hunerî yên hunermend Hikmet Îbrahîm hat vekirin.
Çalakiyên Festîvalê 10 rojan berdewam dikin û têde şevbuhêrkên çîrok, helbest û hunerî, semînarên diyalogê, stran, xwendina helbestan û nîşandana fîlmên belgeyî û şanoyî, bi zimanên Erebî û Kurdî wê werin pêşkêş kirin.
Di roja dawîn de jî, dê Xelata Afirînerê bê dayîn, ku xelata darayî ya 1,000 doşarî pêk tê.
Ev Festîvala Rojava ya Çand û Hunerê, ku bi bernameyeke tijî wêje, çand û hunerê ye, ku tê de fikir, pênûs û reng li hev dicivin, gelek hêviyan digire ku tevgera çandî û zanînî ber bi ronakbîrî, zanist û çandê ve biçe li rojavayê Kurdistanê.
ANHA