Dilê Min Ne Dîne
Li kolanên evîna te
Welat bi welat
Li gunehên te dipirse
Bajar bi bajar
Diçe serdana evîndarên te
Gund bi gund
Guleyên di sînga te de dijmêre
Çiya bi çiya
Li şewata zeviyên te digere
Şikeft bi şikeft
Textê bûkaniya te radixe
Dar bi dar guliyên te dihûne
Lat bi lat
Dinvîse navên pakrewanan
Sosin bi sosin li bîna evîna te digere
Sorgul bi sorgul
Li xwîna şehîdên te dipirse
Li deşt û çiyayên canê te
Li hênkaya evîna xwe digere
Dilê min ne dîne
Kêlîk bi kêlîk
Temberîka çiya şeh dike
Wî haş dike
Dilorîne
Şiyar dike
Dixeydîne
Hembêz dike
Dinuhrîne
Ne min got …dilê min ne dîne.
…………………….
Hêvî
Çavên min
Di rê de qerimîn
Gul
Li ser maseya min
Ji serma qefilî
Her ku min ber dilê gulê dida
Bi stiriyên xwe bersiv dida
Gula serhişk
Bawer nedikir
Ez ê dîsa bi tenê vegerim
Hêjî li ser maseyê
Li hêviya te
Pelên xwe
yek bi yek diweşîne
……….
Qamişlo
Hê Qamişloka min a biçûk
Îşev
Tuyê çawa bikaribî
Çavên xwe li şehîdên xwe bigirî
Îşev
Tuyê çawa li ber dilê dayikên şehîdên xwe bidî
Wê îşev Cegerxwînê te çawa di gora xwe de bitebite
Îşev
Mihmed Şêxo wê kîjan strana xwe ji te re biqîre
Wê Efrînê
Çawa xwe bi darên zeytûnan bixemilîne
Wê Kobanê îşev
Çi bersivê bide Arîna xwe
Wê Dêrikê
Çawa bi rûbarî gora Ehmedê Xanê bikeve
Amûdê kezebşewitî
Dê çawa şehîdên xwe razîne
Hê Qamişloka min a biçûk
Dayikên te
Li şûna çarikên reş
Keskesor li bejna xwe û şehîdên xwe pêçane
Va xortên te
Sînga xwe dane ber guleyan
Û berê xwe dane keskesora ezman
Va biçûkên te lîstikên xwe avêtine
Hînî marşa Ey Reqîb dibin
Va Amedê sûr e li pişta te
Keziyên te dihûne
Te ji govenda azadiyê re dixemilîne
Wa Hewlêrê şehîd xwe jibîr kirine
Û te dilorîne
Wa Mehabad li Çarçira
Dergûşa te dihejîne
De rabe biçûka dilê min
Hêlîna xewn û xeyalên min
Îro çendî rengên te bedew in
Keskesor çiqas li bejn û bala te tê
De rabe bûkê
Bûka binxetê
Berdêliya Kerkûkê
De rabe bûkê
Şînî bi te nakeve bajarê evînê
De rabe şêrîna dilê min
Îro serhildane
---------------------
Bêyî min
Bêyî min dil ji te hez kir
Bêyî min ziman evîna te eşkere kir
Bêyî min
Gavên min ber bi mala we de diçûn
Bêyî min destê min
Li zingilê deriyê we dida
Lê
Ji qestî
Ji qestî ne te derî vedikir
__________________________
Ev jî çend beşin ji helbesteke ku 50 beşan pêk tê û wekî pirtûk bi navê (Bêyî pêjna te) di sala 2021’ê de ji weşanên Belkî derket.
Bêyî te
jiyan dereweke werîs kine
Werîsekî xav e
Di nîvê rê de diqete
Bêyî te
Ev bajar mîna parsekekî
Bê mirûse
Ne kes qenciyê pê dike
Ne kesek di rûyê wî de dikene
Bêyî te
Ev bajar
Kavilê koxikek mêrîşka ye
Hewiya mirovan lê nayê
û ji zindîweran xalî ye
Bêyî te
wê xunava gulê
Çawa bê dudilî
Xwe bi ser dêmê pelê xwe de bişemtîne
Bi ser axa tî de
Wê axa tî bi çi hêviyan
Bendewariya xunavê bike
Bêyî te
Wê kulîlkên bihara îsal tev
Bê bîn û bê reng bimînin
Ma wê bi çi rûyî
Ma wê ji kê re xwe bi xemlînin?
Bêyî te
Takê rîhanê
Dê nazikiya xwe bi çi re bipîve
Dê bêhna xwe ji ku peyda bike
Gula hinarê
Dê xwe bike rengê hinarkên kê
Şilêra sernixûm
Dê serê xwe li ber delaliya kê bitewî ne
Bêyî te
Jiyan azmûneke têkçûyî ye
Ne têketina wê
Ne jî dûrketina ji wê
Feyde dike
Bêyî te
jiyan goreke bê xwedî
Ya jibîrkirî ye
Ne kesek duayekê li ser dixwîne
Ne jî kesek gulekî datîne ser
Bêyî te
Jiyan nîvco ye
Wekî dilopa dawî ya meyê
Di dawiya şevê de
Ku mirov nîv sermest dihêl e
Bêyî te
karwanê jiyanê
Bêxwedî dimîne û
Dê weledê xwe davêje
Bêyî te
xweza wêrane
Dengê şalûl û bilbilan
ewtîn û reyane
Heyva çardeşevî
Melûl û bê xwedane