
Rêveberiya malperê di salvegera 20mîn a damezrandina malpera Welatê Me de, Hecî Arif Ramadan, rêveberê dezgeha Sama ya Çand û Hunerê, ji bo hewildanên wî yên berbiçav di xizmetkirina çanda Kurdî û pêşvebirina wê de xelat kir.
Merasîma xelatkirinê li Kafeteryaya Arizona li bajarê Hawlêr, paytexta Herêma Kurdistana Iraqê, hate lidarxistin. Rêveberê malperê, Şefîq Cangîr, xelata rûmetê, digel logoya fermî ya malperê, da Hecî Arif. Nivîskar û lêkolîner Rustem Mehmûd û Birêz Mihemed Şerîf Mihemed, serokê Rêxistina Hîtma ya Çand û Geşepêdanê, beşdarî merasîmê bûn.
jiyanek Tijî Bexşînê
Hecî Arif Ramadan di sala 1964an de li bajarê Amûdê li rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1989an de, çûye Dubayê, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, li wir dest bi xebatên xwe yan abûrî di gel çandî û civakî .
Di sala 2005an de, wî û komek rewşenbîrên Kurd Dezgeha Sama Kurd ji bo Çand û Hunerê li Dubayê damezrandin, ku yek ji saziyên pêşîn ên Kurdî li welatekî Ereb e. Armanca Dezgehê belavkirin û pêşxistina çanda Kurdî, piştgirîkirina kesên afirîner û pêşxistina ziman, dîrok, huner û folklora Kurdî ye. Her wiha armanca wê avakirina pirên rewşenbîrî bi nivîskarên Ereb re ye, bêyî ku cudahî li girêdanên siyasî hebe.
Çalakiyên û Beşdariyên Berbiçav
Dezgeha Sama rêze înîsiyatîfên bêhempa daye destpêkirin, ya herî berbiçav organîzekirina hevdîtina Çandî ya Kurd-Ereb li Îmaratê, lidarxistina pêşangehên hunerî û semînerên çandî, û çapkirin û weşandina pirtûkan bi zimanê Kurdî û hem jî Erebî, ku zêdetirî 40 hezar kdene pirtûk bê beramber belavkirin. Her wiha pirtûkxaneyek dewlemend bi referansên hêja ava kir, bûyerên neteweyî yên wekî Nowruz pîroz kir, kursên zimanê Kurdî li darxistin û tîmek folklorê damezrand.
Wekî din, Hecî Arif di navbera salên 2005 û 2010an de wekî Serokê revenda Kurd li Îmaratê xizmet kir, beşdarî organîzekirina gelek çalakiyên çandî û civakî bû ku çanda Kurd û Ereb anîn cem hev.
Çalakiyên Wî li Hewlêrê
Hecî Arif niha li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê dijî, û li wir beşdarî gelek çalakiyên çandî û mirovî bûye. ew xwediyê Otêla Capitol e , û holeke taybet ji bo çalakî û bûyerên çandî di nava otêlê de vekiriye, ji bilî çavdêriya îmzekirina pirtûkan û çalakiyên hunerî ê din.
Kesayetik hêjayî
Rêzlênana Hacî Arif Ramadan ji aliyê malpera Walatê Me ve encama tevger û xebatên wî ya çandî ya dirêj e, ku statuya wî wekî yek ji kesayetiyên çandî yên Kurd ên herî navdar li derveyî welêt piştrast dike, û ji bo nasandina hewldanên wî yên berdewam ji bo xizmetkirina çand û hunerê, û xurtkirina çanda Kurdî di nav meydan çandî li welatên Ereb û navneteweyî.
Werger ji erebî .. welatê me