Share |

Sirûdeke nû ya bi navê "Yekbûn" hat belavkirin

Hunermendên ku di vê berhema niştimanî de beşdar in
Hunermendên ku di vê berhema niştimanî de beşdar in

Sirûdeke nû ya bi navê "Yekbûn" bi beşdariya hinek hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê hat belavkirin.

Berhem ji aliyê hunermend Dilovan ve hatiye amadekirin ku ew bi xwe jî wekî stranbêj beşdar bûye û gotinên sirûdê peyameke zelal ji bo yekrêziya Kurdan dihewîne.

Gotinên sirûdê ji aliyê helbestvan Reşo Ayşan ve hatine nivîsandin.

Reşo Ayşan  got, "Ev berhem behsa yekbûna Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê dike û peyameke aştî û hevgirtinê ye.”

Hemîd Urmiyêyî jî derhêneriya vîdeoklîpê kiriye û di klîpê de dîmenên ji deverên cuda yên Kurdistanê hatine bikaranîn ku ciwanî û çanda Kurdistanê radixe ber çavan.

Berhem li ser kanala taybet a hunermend Dilovan a YouTube hatiye belavkirin.

Hunermendên ku di vê berhema niştimanî de beşdar in ev in:

Sefqan Orkêş, Dilovan, Jiyan Osman, Bengîn Agirî, Narîn Xan Cizîrî, Hemîd Urmiyêyî, Omer Gundî, Hêdî Cebar, Hekîmo û Zelal.

 

https://youtu.be/7p7y1k0Ih-A