Nivîskar, helbestvan û wergêrê Kurd Yasîn Hisên, wekî pireke çandî ya bêsekin di navbera wêjeya Kurdî û Erebî de radiweste.
Ew ne tenê wergêrekî teknîkî ye lê kesayetek e ku wergerê wekî erkekî neteweyî û mirovî dibîne; bi her berhema ku werdigerîne re, hewl dide "êşa Kurdan" û dewlemendiya çanda wan bigihîne xwendevanên Ereb, her wiha berhemên hêja yên cîhana Erebî jî dixe gencîneya pirtûkxaneya Kurdî.
Di vê hevpeyvîna taybet de, Yasîn Hisên deriyên jiyan û keda xwe vedike. Me dibe rojên destpêkê yên nivîsîna helbestê di bin zext û zordariya rejîma berê ya Sûriyeyê de ku pirtûkeke Kurdî bi dizî û bi tirsa heft salan zindan dihate çapkirin.
Hisên bi awayekî balkêş qala çirûska ku ew ber bi wergerê ve kişandiye dike û armanca xwe ya sereke eşkere dike: şikandina dîwarê nenasînê yê di navbera Kurd û Ereban de.
Ji bilî wergerê, behsa têkiliya xwe ya kûr bi bajarê xwe Amûdê re, bandora koçberiya bo Başûrê Kurdistanê li ser ziman û ferhenga wî, zehmetiyên wergera navbera diyalektan û rola wî ya girîng di parastina kelepûra Kurdî de dike.
Ev hevpeyvîn portreyeke zelal a rewşenbîrekî kedkar xêz dike ku jiyana xwe ji bo ziman, wêje û nasandina çanda miletê xwe terxan kiriye.
Yasîn Hisên pirsên Besam Misftefa bersivandin.
-Silav. Em te bêhtir wekî wergêr nas dikin lê wekî gelek nivîskarên Kurd te jî bi helbestê dest pê kir. Loma, em dê hevpeyvîna xwe bi helbestkariya te dest pê bikin. Sala 1999an, te pirtûka xwe ya yekem a helbestan bi navê Azarê weşand. Tu dikarî hinekî ji me re behsa vê pirtûkê û helbestkariya xwe bikî?
-Silav ji we re. Ji xwe dema wê demê, sala 1999an rejîma Sûriyeyê li ser xwe bû û zimanê Kurdî û çapemeniya Kurdî jî qedexe bû. Dengê me weke Kurd di wî welatî de dernediket, bi tenê partiyên me yên tevgera siyasî hebûn û belavokên wan jî bi zimanê Erebî bûn. Ji loma ne bi tenê helbest, her coreyek ji coreyên wêjeya Kurdî qedexe bû. Roman, çîrok, helbest, heta bi şêwekariyê jî ku nîşanên Kurdîtiyê di wan hebûya qedexe bû. Ji xwe muzîk û stran, bi tenê li dawetan hebû û ew jî divabû bi pejirandina ewlekariya siyasî ya istixbaratê Sûriyê bibûya.
Wê demê, me helbest dinivîsandin lê me nikarîbû dengê xwe bighînin miletê xwe, bi tenê bi rêya malperek an du malperên Kurdî bû. Ji loma min ew helbestên xwe rakirin û min berî da Beyrûtê û min ew li wir çap kirin. Wê gavê nivîskarê Kurd divabû bibe çapxane û belavkerê berhemên xwe lê tevde bi dizî. Ji ber rejîmê yasaya çapemeniyê derxistibû û ku pirtûkek ji derveyî wê yasayê bihata çapkirin hikûmetê xwediyê wê bi heft salan zindan siza dida. Min weha ew pirtûka xwe gihand çapê û min her tişt li ber çavê xwe danîbû, ji ber min didît ku divê ev helbestên min bigihêjin xwendevanan û xelk bizanibin ku pirtûkên Kurdî jî hene. Tiştê ku dilê min xweş kir ku ew pirtûka min di nava xwendevanên zanîngehan de baş hate belavkirin.
- Di hevpeyvîneke xwe ya berê de te gotiye, "Helbest ciwanî û bedewî ye, dengê dilê evîndara ye, dengê birçî û hejara ye û dengê mileta ye." Li gorî bûyer û bêtarên dawî yên li herêmê, îro kîjan ji van "dengan" di helbesta we de herî bilind e?
- Di dema aniha de divê helbest bi ciwanî û bedewiya xwe dengê birçî, hejaran û dengê milet be. Di nerîna min de ku helbest bi wî erkî ranebe, neyê nivîsandin wê baştir be. Divê helbestvan êşa xelkê vebêje, hestên di dilê xelkê de çi ye, wan hestan bi bedewî binivîsîne.
- Tu ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê yî. Koçkirina we ji bo Başûrê Kurdistanê di sala 2005an de guherîneke mezin bû. Di helbestên we de jî motîfên wekî rêwîtî, koç, sînor û xerîbî gelekî serdest in. Tu dikarî dabaşa sedema hatina xwe ya Başûrê Kurdistanê û bandora wê li ser jiyan û xasma helbestkariya xwe bikî?
- Amûdê ji min re maka her tiştên min e, ez herim kîjan deverên dinyayê ez wê bi xwe re hildigrim. Dema ez hatim Başûrê Kurdistanê, ez bi wê hatina xwe li azadiyê digeriyam, azadiya xwe weke Kurdekî, ku bi ziman û neteweya xwe hest bikim. Li Başûr, ez bêtir nêzîkî zimanê Kurdî û diyalektên zimanê xwe bûm. Çi qasî bi min Kurmancî xweş e, wisa jî, Soranî, Hewramî, Kelhurî û Zazakî jî xweş in. Ferhenga min a ziman dewlmendtir bû, nexasim ku demek dirêj e ez li Enstîtuya Kelepûra Kurdî kar dikim û li Enstîtuyê ez baş bi diyalektên Kurdî haydar bûm.
- Di gelek nivîsên we de (wekî "Pencên Amûdê", "Ji Şewata Yekem re"), Amûdê ne tenê cihek e, lê wekî "ruhekî" yan "kesayetek"ê bi êş û bîranînên xwe xuya dike. Hûn dikarin qala vê têkiliya kûr a di navbera we û bajarê we de bikin ku hem bûye çavkaniya îlhamê hem jî ya janê?
- Hinek wêne di zaroktiya mirov de di bîra mirov de hetahetayê dimînin. Me zaroktiya xwe bi şewat û serkutkirinê dît. Çavê wî nifşê me li ser serdemek sext di dîroka Sûriyê de vebû, ku heta telqîna li ser miriyan jî bi Kurdî qedexe bûbû. Ji loma min xwest bi zimanê xwe, helbest û nivîsên xwe li dijî wan kiryaran derkevim.
- Kek Yasîn bila îcar em derbasî mijara sereke ango wergerê bibin. Em dizanin ku werger ji bo her çandê pir giring e. Lê tu ji me re bi kurtî behsa giringiya wergerê ji bo çand û wêjeya Kurdî bike?
- Bûyerek di sala 1996ê de bi min re çêbû, wergerê ji wê bûyerê li cem min dest pê kir. Hevalekî min î Ereb ji parêzgeha Himsê bû mêvanê min li Amûdê, di dema serdana wî de daweta merivekî me bû. Min ew bi xwe re bir dawetê. Dîlana Kurmancî germ bû û yê stranvan dest bi strana 'Wer wer de wer wer xulam memkê girover' kiribû. Hevalê min ê Himsî ji min pirsî: “Ev demjimêrek e ku ev stranvan hema Wer wer dibêje. Ma qey dawî pê nayê?” Min kaxezek ji çenteyê xwe derxist û jê re ew stran wergerand ser zimanê Erebî. Dema min jê re bi Erebî ew stran xwend, wî bi serê xwe girt û got: “Ey hewar, aniha ev xort û keçên we li ber van gotinan semayê dikin? Bi Xwedê hûn ne bi tenê hêjayî dewletbûnê ne lê hûn hêjayî wê yekê ne ku Ewropayî li welatê we bibin penaber.” Ha ji vir de min nas kir ku miletên derdora me hayê wan ji çanda me tune ye û divê em wê çanda xwe nîşanî wan bidin û bi zimanê wan, ji loma, min jî destpêkê jî dest bi wergera ji zimanê Kurdî bo ser zimanê Erebî kir.
- Berhemên te gelek in. Ber bi zêdebûnê ve diçin û ev cihê dilxweşiyê ye, kedeke helal e. Pirbûna berheman bandorê li ser asta wergerê nake?
- Ez her tiştî wernagerînim, divê ew teksta ez wergerînim asta hunera nivîsînê û rewşa miletê min tê de hebe. Divê kesê pirtûka wergerandî bixwîne tê de xem û derdên Kurdan bibîne. Armanca min ji wergerê ev e ku xelk êşa me nas bikin û bizanibin bê çi bi serê me hatiye.
- Em dê li dawiya vê hevpeyvînê hinek berhemên te bi cih bikin. Helbet em nikarin yeko yeko jî dabaşa wan bikin lê gelo tu herî zêde ji kîjan berhema xwe – mebesta min werger e- hez dikî û çima?
- Ez ji tevdan hez dikim, ji ber min ew tevde bi hezkirin wergerandine.
- Kek Yasîn, tu berheman ji Kurmanciya jorîn û ya jêrîn jî werdigerînî? Gelo tu zehmetî di vê yekê de hene yan weke hev in?
-Na, ji ber bîst salên min li Başûr qediyan û aniha ez baş Kurmanciya jêrîn dizanim û dikarim baş pê binivîsînim jî. Li cem min, zimanê Kurdî mîna yek giyan û ruhî ye û wergera ji her diyalektekê li cem min mîna hev e.
- Diyar e, tu li ser berhemên curbicur kar dikî, wek yên siyasî, dîrokî û wêjeyî, gelo cudahî di navbera wergerandina van cureyên cuda de nîne, tu bi xwe ji wergerandina kîjan berheman hez dikî, yên siyasî yan yên wêjeyî?
- Ez bêtir xwe di berhemên wêjeyî de dibînim lê dema babeteke siyasî tê ber destê min, divê ew babeta siyasî peywendiya wê bi dîroka miletê min re hebe. Nexasim dîroka Kurd û Kurdbûnê li Rojavayê Kurdistanê.
- Di van salên dawî de, we bi lezeke mezin gelek berhem wergerandine. Xuya ye ku hûn bi taybetî li ser berhemên ku behsa dîrok, bîra kolektîf û êşên mirovî dikin disekinin. Gelo hûn wergerê wekî erkekî çandî ji bo dagirtina valahiya di navbera pirtûkxaneya Kurdî û Erebî de dibînin û bi zanebûn van mijaran hildibijêrin?
- Erê dem hatiye ku Kurd xwe bidin pêş lê di vê ezmûna min de min bi taybetî bi Weşanxaneya Ramînayê re kar kir ku ew jî mala wan ava, bêtir giringiyê didin bi deqên wergerandî û bi taybet ji Kurdî û Erebî.
- Gelek caran behsa rola we di avakirina "pireke çandî" di navbera cîhana Kurdî û Erebî de tê kirin. Hûn vê "pirê" çawa dibînin? Gelo ew tenê pireke edebî ye yan armancên wê yên civakî û siyasî jî hene?
- Helbet dema pir bê dirustkirin, wê têgihiştin jî çê bibe û wê her du milet jî hevdu bipejirînin. Kurd baş hayê wan ji wêje û çanda Erebî heye lê mixabin, ne siyasetmedar û ne jî rewşenbîrên Ereb hayê wan ji çanda Kurdî tune ye. Ji loma, werger dibe xaleke sereke ji bona dirustkirina wê pirê.
- Di wergerên we yên dawî de du tevgerên cihêreng hene: ji aliyekî ve, anîna dengekî modern ê Ereb weke helbestvanê Siûdî Hatim El-Şehrî ji bo nav edebiyata Kurdî, ji aliyê din ve, veguhestina bîra dîrokî û neteweyî ya Kurdî wekî romanên 'Neynika Volkana General' û 'Teyrên Zerdeşt' ji bo zimanê Erebî. Anîna edebiyata Erebî ji bo Kurdan çi xizmetê dike û naskirina bîra Kurdî ji bo xwendevanên Ereb çi armancê pêk tîne?
- Di wergera helbesta Siûdî de, min xwest Kurdên me asta nivîsa helbestê li cem Erebên Kendavê nas bikin û bi zimanê Kurdî. Helbestên Hatim Elşehrî dema min ew kirin Kurdiya Kurmancî xweşikbûneke ciyawaz di wan hebû û dema min yekem helbest ji wan helbestan wergerand û min ew xweşikbûn tê de dît, hişt ku yên mayî jî wergerînim. Ji xwe romana “Neynika Volkana General” behsa qonaxeke gelekî giring di dîroka miletê Kurd dike û min xwest tevaya Ereban wê yekê bixwînin û êşa miletê Kurd bi rêberiya Nemir Mela Mistefa Barzanî bibînin. Romana Teyrên Zerdeşt jî behsa berxwedana Pêşmergeyan di şerê Qeywan Mawetê de dike. Me wekî Kurdên parçeyên dîtir ên Kurdistanê hayê me ji van bûyeran tune bû, vêga çawa Ereb bizanibin, ji loma min xwest ez wê wergerînim.
- Di dema wergerandinê de, hûn çawa nêzîkî têgehên çandî, pend û biwêjên ku di zimanê armanc de beramberiyeke wan a yekser nîne, dibin? Gelo hûn hewl didin wan bi awayekî herî nêzîk rave bikin an hûn li beramberiyeke çandî ya nêzîk di çanda xwendevan de digerin?
- Heta ji min tê, di pend û biwêjan de, ez pendek an biwêjeke Kurdî li beramberî wê bikar tînim. Ji xwe gelek pend û îdyomên hevbeş di navbera miletên navçeyê de hene lê her miletekî bi zimanê xwe ew pend nivîsandiye, li beramberî wê, ez a Kurdî bikar tînim.
- Têkiliya we bi nivîskarên ku hûn berhemên wan werdigerînin re çawa ye? Gelo hûn bi wan re diyalogê datînin an hûn baştir dibînin ku tenê bi metnê re bimînin da ku nêrîneke we ya objektîf hebe?
- Têkiliya min bi wan re baş e, ji xwe dema ez pirtûkekê werdigerînim, ez hinek xalan bi wan re gengeşe dikim û bi hev re digihêjin yek nerînê ji bona ez bigihêjim baştirîn wergerê.
- Wergerandina ji Erebî ji bo Kurdî û ji Kurdî ji bo Erebî du tecrûbeyên cuda ne. Kîjan ji we re dijwartir e? Nemaze di wergerandina helbestê de hûn rastî çi astengiyan tên ku di pexşanê de nînin?
- Wergerandina ji zimanê Erebî ser zimanê Kurdî/Kurmancî li cem min gelekî zehmet e. Li vir dixwazim vê rastiyê bêjim, ferhenga Kurdî ya Kurmancî carinan min disekinîne û naçar dibim li dora wateyê bizîvirim heta xwendevanê Kurd bigihînim wateya hevokekê, ji xwe carinan naçar dibim ku berî bidim Kurmanciya Jêrîn û wate û hevwateyan ji wê wergirim.
- Tevî vê keda te ya mezin û bêsekin, tu dikarî tenê bi wergerên xwe bijî? Ango di warê aborî de dikarin bibin alîkar ku tu tenê vê karî bikî û debara xwe pê bikî?
- Na, min gelek werger kirine û bêyî ez tiştekî jî beramberî wan wergirim lê min ew bi dilxweşî kirine û hinek jî min bi pere kirine lê pereyekî kêm. Ti carî nivîs û werger valahiya pêwîstiyên mirov ên jiyanê danagire.
- We gelek berhem li ser kelepûr û çîrokên gelêrî amade kirine û hûn li Enstîtuya Kelepûra Kurdî li Silêmaniyê jî xebateke girîng dimeşînin. Di vê serdema dîjîtal û globalîzmê de, parastin û zindîkirina çandê ji bo nifşên nû çi girîngiyekê hildigire?
- Ji xwe çand bingeh e. Bi rêya Enstîtuyê wekî min got, ez fêrî gelek zarava û binezaravayan bûm. Em Kurd xwedî çandeke gelekî dewlemend in, çi qasî ez bêjim hindik e. Em aniha li Enstîtuyê li ser dîjîtalkirina wan berhemên ku me berhev kirine kar dikin, da em şêweyekî zanistî bidin ber destên Kurdên xwe. Ji bo vê armancê jî em ji ber bîst û du salan de kar dikin û aniha me qonaxeke baş derbas kiriye.
Min jî heta aniha çar berhem weke projeyên Enstîtuyê pêk anîne, ji xwe ew berhemên min çîrok û çîvanokên Kurdî ne yên navçeyên me ne li Rojavayê Kurdistanê. Pêwîst e nifşên me yên nuh gelekî giringiyê bidin bi kelepûra xwe, ji ber ew mîrata neteweya me ye û bi rêya wê çandê em nasnameya miletê xwe bêtir nas dikin û bi miletên dind jî didin nasîn.
- Di gotara we ya balkêş "Zimanê Felafil" de, hûn bi îroniyeke xweş rexneyê li rewşa zimanê Kurdî û helwesta hinek rewşenbîran digirin. Piştî ew qas salan, gelo hîna jî hûn hest dikin ku zimanê Kurdî di warê nivîs û rexneyê de carinan wek î"zimanê felafil" tê dîtin? Di vî warî de çi guheriye?
- Ew gotar berî bûyerên Sûriyeyê min nivîsandibû, anku berî sala 2011an bû. Ji xwe aniha di nerîna min de rewş baştir bûye.
- Kek Yasîn, min berî demekê hevpeyvînek bi Xemgînê Remo re kiribû, ew dibêje ku xwendevanên Kurdî nînin û nivîskarên Kurd ji hev re dinivîsin, nêrîna te çi ye?
-: Erê, ew jî berî 2011an bû, aniha ji ber nifşekî nuh derketiye, bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsînin, ji loma ez dibînim ku rewş baştir bûye. Lê, dîsa jî ne di wê asta pêwîst de ye.
- Wekî berhemên herî dawî, ne şaş bim, wergera te ya dawî romana romannivîs Omanî Yûnis Elexzemî ya bi navê (Bêyî) bû ku te ji Erebî wergerabd Kurdî, her weha te berhema xanima Kurd Fewziya Qiço jî ji Kurdî kir Erebî, rast e?
- Piştî van herdu berheman, min romana “Nexşeyên li ser Textê Xaçê” ya nivîskarê Sûriyeyî Îsmaîl Elrîfaî wergerand zimanê Kurdî. Ji xwe nivîsa xanima Kurd Fewziya Qiço, min xwe didît beşek ji wan bîranînan, ji ber Fewziya xanimê jinmama min e û em yek malbat in. Min lêvegera pirtûka wê ya Kurdî jî kir û min ew wergerand zimanê Erebî jî.
- Piştî ev qas berhem û wergeran, projeyên we yên paşerojê çi ne? Gelo em dê bêtir berhemên we bi xwe bibînin an hûn dê zêdetir karê wergerê berdewam bikin?
- Ez dê karê wergerê berdewam bikim lê projeyên min jî hene, hinek ji Enstîtuya Kelepûra Kurdî re û hinek jî yên min in. Bi hêvî me bikaribim wan bidawî bikim.
- Romana te (Bazbendên Windayî) li ber çapê ye. Tu dikarî hinekî ji me re qala naveroka wê bikî?
- Ev roman, ji berî bîst salan ve divabû ez wê binivîsim, lê mixabin, rewşa koçberiyê û nebûna derfetan û rewşa jiyanê her dem dibûn asteng li pêşiya nivîsîna wê. Min xwestiye di vê romanê de tiştên ku nehatine nivîsandin binivîsînim. Hinek bûyer hene, mirov xwe dûrî wan dixîne, yê min, min xwestiye ez têkevim kûrahiya wan. Min giraniya xwe ya nivîsê û ezmûna xwe ya gelek salan xistiye vê romanê de. Îcar ku rexnegirên me hebin, wê bêtir ew balê bikşînin ser lawazî û xurtiya wê. Di demeke nêzîk de wê ji aliyê Weşanxaneya Ramînayê ve li Londonê çap bibe û dê bi zimanê Erebî û Ingilîzî jî bê wergerandin.
- Belê. Gelekî spas.
- Ez gelekî spasiya we û keda we dikim.
Yasîn Hisên kî ye?
Sala 1969an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.
Ji salên 1990î ve dest bi nivîsîna bi zimanê Kurdî û Erebî kiriye û nivîsên xwe di rojnameyên Kurdî û Erebî û malperên înternetê de li Sûriyeyê û derveyî wê weşandine.
Ji sala 2005an ve koçî Herêma Kurdistanê kiriye, li wir pîşeya ragihandinê kiriye û di gelek televîzyon û radyoyan de kar kiriye.
Di heman salê de bûye Alîkarê Sernivîskarê Rojnameya El-Emelê ya ku bi zimanê Erebî li bajarê Silêmaniyê derdiket û birêvebiriya beşa wê ya çandî kiriye.
Berhemên wî:
Azar, helbest, bi zimanê Kurdî, weşaneke taybet, Beyrût, 1999.
Temberiya Benefşan, helbest, bi zimanê Kurdî, weşaneke taybet, Beyrût, 2001.
Lorîk, helbest, bi zimanê Kurdî, Weşanxaneya Cemal Îrfan, Silêmanî, 2013.
Tûrikê Zêran, çîrokên ji folklora Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kelepûra Kurdî, Silêmanî, 2016.
Bûka Salê, çîrokên ji folklora Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kelepûra Kurdî, Silêmanî, 2018.
Bext Nedin Bi Text, Gotinên Pêşiyan û Pendên Kurdî, ji Weşanên Enstîtuya Kelepûra Kurdî, Silêmanî, 2022.
Bazbendên Windayî, roman, li ber çapê ye.
undefined
Werger
Yasîn heta niha dor 40 berhemî wergerandiye, li vir navê hinekan ji wan wisa ne:
Romana "El-Selc" (Berf) a romannivîsê Fransî Maxence Fermine, ji Erebî wergerandiye Kurdî, 2001.
"El-Xerab" (Wêranemal), roman, Ebdilqadir Seîd, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Weşanên Xitût û Zîlal, Urdun, 2017.
"Cemretun tehte el-Remad" Newzad Ehmed, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Saziya Arta ya Ragihandin û Geşepêdanê, Amûdê, 2018.
"Dexdu", roman, Xesrew Caf, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Weşanên Xitût û Zîlal, Urdun, 2018
"Yewmun min Tilke el-Sinîn", roman, Aram Mihemed, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Weşanên Xitût û Zîlal, Urdun, 2020.
"Ede'na Mefatîh El-Cîbal" (Me Kilîta Çiyê Wenda kir), jînenîgarî, du beş, Selîm Çurukkaya, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Bexda, 2021.
"Rûyê Xembariyê Baş Nas Dikim", helbest, Hatim El-Şehrî, ji Erebî wergerandiye Kurdî, Weşanên Ramîna- London, 2023.
"Muzekerat Îmrea Kurdiye" (Bîranînên Jineke Kurd), jînenîgarî, Fewziya Qiço, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Weşanên Ramîna- London, 2023.
"Helebce û Bêhna Sêvan", Ebdilqadir Seîd, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Weşanên Ramîna- London, 2024.
Her wiha gelek wergerên wî yên din hene ku wek pirtûk û li ser malperên înternetê li Kurdistan û Ewropayê hatine weşandin.
Ji sala 2010an ve wekî Rêveberê Beşa Çapemenî û Lêkolînan li Enstîtuya Kelepûra Kurdî kar dike û li wir bi dehan pirtûk sererast kirine.
Rûdaw