Share |

Koma Amed piştî 30 salan wê li Amedê konsertek bide

Koma Amed
Koma Amed

Koma Amed ku di salên 1990î de bi gotinên xwe yên siyasî, şêwaza muzîka resen û awazên xwe yên pirrengî bûbû dengê nifşekî, piştî gelek salên sirgûn, qedexe û zextan, xwe amade dike ku bigihîje hezkiriyên xwe. Koma Amed dê di Cotmehê de piştî 30 salan cara yekem li Amed konsertek bide.

 

Endamê Koma Amed Memo Gul li ser hesabê xwe yê Xê ji bo konsertê weha got:

 

"Em wekî Koma Amed, piştî 30 salan îsal di meha Cotmehê de em ê li Amedê konsertek bidin û ji bo vê em gelek bi kelecan in. Me ji niha ve dest bi amadekariyan kiriye û me xwest ku em mizgîniyê bidin we jî."

 

 

Dîrok û roja konsertê dê di hefteyên pêş de werin aşkerekirin.

 

Derbarê Koma Amed de

Kom, sala 1988an ji aliyê xwendekarên Fakulteyên Tipê yên Zanîngehên Enqere û Hacettepeyê ve hat damezrandin.

 

Di nav endamên destpêkê yên komê de Evdilmelîk Şêxbekir, Gulşen Çetîn, Savaş Çakmak, Rohat Kutlay, Fikrî Kutlay, Mustafa Kart û Ahmet Kaya hebûn.

 

Albuma yekem sala 1990î bi navê "Kulîlka Azadî" derket û dengekî mezin veda.

 

Yek ji endamên destpêkê yên komê Evdilmelîk Şêxbekir, ji bo avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî kedeke mezin da.

 

Evdilmelîk Şêxbekir, Îlona 1991ê tevlî refên PKKyê bû û sala 1992yan jiyana xwe ji dest da.

 

Komê paşê bi beşdariya gelek hunermendên din xebatên xwe domand lê hinek endamên komê piştî albuma "Dergûş" a sala 1997an ji ber sedemên siyasî neçar man ku penaberî welatên Ewropayê bibin.

 

Albumên komê:

 

Kulîlka Azadî (1990)

Agir û Mirov (1995)

Dergûş (1997-98)

(AY)-biannet