
- Dema min dibistana seretayî dixwend, ji ber eleqeya min a muzikê, kekê min tembûrek diyarî min kir. Dema mirov ji tiştekî hez bike û bibe xwediya amûrên wî tiştî hingê çîroka mirov hêsantir dest pê dike. Min jî got bajo Rewşan! Hingê me bi malbatî koçî Mêrsînê kiribû. Zarokatiya min li keleka Gola Wanê, li Tetwanê derbas bû. Baxçeyên fêkiyan, xaniyên musteqil ên bêban, xuşîna darên spîndaran… Xalên min ên dengbêj kilam û çîrok tu carî ji şevên me kêm nedikirin. Dayika min stranên ku ji Radyoya Eriwanê hîn bibû, ji me re distran. Kevneşopiya devkî ya Kurdî li Serhedê gelekî zindî ye, ji dawetên ku di zarokatiya xwe da tev lî wan bûme, hînî stranên bêhejmar bûme. Kasêtên Şakiro, Ciwan Haco, Şivan Perwer, Aram Tigran, Ayşe Şan û yên din jî pir caran li mala me deng vedidan. Werhasil ji kevneşopiya dengbêjiyê bigire, heta xuşîna spîndarên ber deriyê me hemû dengê min î îro ne û çavkaniyên min ên îlhamê ne.
- Heta îro herî zêde kijan hestê cîh girt di dengê te de? Şîn, berxwedan, evîn yan tiştekî din gelo? Di kijan strana te de, ev hest ew çend bibandor û xurt bû ku te bêdeng bihêle?
- Evîn û hizn bi hev re ye gelek caran. Dema min strana xwe ya bi navê “Ez li vir im” nivîsî, ez tirsiyam ku bi bandora vê hesta hiznê ez ê nikaribim li ser dikê bistrêm.
- Di straneke te de ku te nivîsî yan ji îcra kirî, gaveke wisa çêbûye ku te gotî “aha ev e dengê min, ev e koka min”?
- Strana min “Hechecik” tijî peyvên zaroktiya min dihewine. Lehengên çîrokên jinên evîndar ku dayika min behsa wan dikir, mezinên malbatê bûn. Dema vê stranê dibêjim, hem behsa evîna îro dikim, hem ji dengê kelogirînên jinên evindar tinim zimên ku ne kesî hay ji wan çêbûye û ne jî evîna wan gihiştîye mirazan.
- Bi ya te dengê hunermendên jin, berê li ku hatibû tepeserkirin û îro li ku ji nû ve berz dibe?
- Weke her beşa hunerê stranbêjî jî gelek salan ji ber sedemên olî, sîyasî, çandî, pêkutiya civaka mêran û hwd. ji bo jinan şerm û guneh hat dîtin, hat qedexekirin. Astengkirina îfadeya muzikal a jinên Kurd û pêşketinên îro mijareke giring e. Îro dengê hunermendên jin ên Kurd çawa zêdetir tê bihîstin? Berî her tiştî bandora demokratikbûna platformên dîjîtal pir e. Platformên wek YouTube, Spotify, Instagram bêyî cudahiyekê bixin navbera zayendan, derfetê didin hunermendên jin ku di medyaya sereke de cih nabînin lê dikarin bi rêya van platforman xwe bigihînin bi milyonan guhdaran. Wekî din, di salên dawî de beşdarbûna hunermendên jin ên Kurd bo festivalên cîhanî yên wek WOMEX festivalên mezin, naskirina wan di bazara muzika cîhanî de zêde kir. Ev platformên navneteweyî alikariya wan hunermendan dikin ku astengiyan li welatên xwe dijîn û hewl didin heya radeyekê van astengiyan kêmtir bikin. Dîsa hevkariya di navbera nifşan de, îlhamê didin muzisyenên nifşa ciwan û projeyên hevpar pêk tînin. Ev jî dihêle ku hem repertuvara kevneşopî bê veguhestin û hem ji şîrovekirinên nû û xebatên fuzyonî bên teşwiq kirin. Herwiha lêkolînên akademîk û xebatên arşivkirinê yên li ser muzika jinên Kurd, alîkariya nasîn û fêmkirina nirxên berê dike. Bi saya van xebatan, repertuvara jinan a ku ber bi windabûnê ve diçû tê tomarkirin. Wekî din, gelek hunermendên jin ên li diasporayê êdî ne tenê bi Kurdî bi gelek zimanên din ji performansê pêşkêş dikin û digihêjin girseyeke berfirehtir a guhdaran. Ev pêşketin tiştên pozîtîf in lê belê divê bê gotin ku hin jî sektora muzîkê ji bo jinan ne hêsane û hîn gelek astengî hene ku hewceye bên çareserkirin.
- Li gorî te çanda dengbêjiyê tenê cureyekî muzikê ye yan di heman demê de hafizeya nasnameya te ye jî? Wek muzikjeneke nûjen, di çi astê de bandora çanda dengbêjiyê li ser muzika te heye?
- Dengbêjî ne tenê cureyekî muzîkê ye lê beşeke bingehîn a hafizeya kolektîf a gelê Kurd e û bandoreke wê ya berfireh li ser muzika nûjen a Kurdî heye. Çanda dengbêjiyê di warê teknikên dengî, motîfên melodîk û ritm, naverok û babetê de gelek têsîrê li min jî dike. Ez jî weke çanda dengbêjiyê hewl didim bingehên afirandinên min hem ji aliyê nasnameya neteweyî ve bihêz bin, hem jî di asta navneteweyî de watedar bin. Kevneşopiya dengbêjiyê derfetên bêhejmar ji bo derbirîna hestên kûr dide min; axleb jî dema behsa êş, evîn, hêvî û berxwedanê dike. Ev helwest weke hunermendeke jin bandorê li ser hişmendiya nivîsîna min a helbestê jî dike. Herwiha em di serdemeke wisa de dijîn ku sinor di navbera çandan de kêm dibin. Vegera kevneşopiya dengbêjiyê dikare bibe hêmaneke girîng a parastina taybetmendiyên çandî yên Kurdî. Bi rêya teknikên muzîka nûjen û amûrên elektronîk, hunermendên îro dikarin dengbêjiyê bigihînin nifşên nû û ji bo wan wê watedartir bikin.
- Dema ku tu newayên kevneşopî û muzika nûjen digihînî hev, prensîbeke te heye ku tu qet jê tawîzê nadî?
- Ev pêvajo mijareke hesas û giring e. Prensîbên etîk û hunermendî lazim in. Berî her tiştî ji rêzgirtina bo çavkaniyê tawîzê nadim. Beriya destpêkirina proseya nûjenkirinê, hewl didim çîrokê bi awayekî kûr nas bikim, fêm bikim. Divê ez bizanim bê stran di kijan rewşên civakî, dîrokî, olî an jî siyasî de hatiye afirandin. Ji bo vê jî divê mirov hay ji dîroka denbêjiyê hebe. Nabe ku ji stranê ango kilamê herfek jî bê guhertin. Ji ber ku her yek şahidê serdemekê ye û weke hard diskekê, gelek agahî lê barkirî ne. Dîsa hewl didim nirxên bingehîn ên newayên kevneşopî biparêzim û wan bi awayekî xwezayî veguhêzim nifşên nû. Yanî divê îlhameke ruhî biqefêlim, ne tenê ji aliyê teknikî ve. Balansek lazim e di navbera otantikî û nûjeniyê de. Herwiha ji bo rexne û pêşniyaran jî hewl didim vekirî bim, axleb ji ji aliyê kesên pispor û kedkarên kevneşopiyê ve. Dostên min ên şêwirmend hene, mijarên ku heq jê dernakevim bi wan dişêwirim. Ev jî proseya nûjenkirinê dewlemendtir û xurttir dike.
- Li gorî te muzik erdnigariyeke yan zimanê hafizeyeke bêsinor e?
- Di rastiyê de muzîk ne tenê yek ji van her duyan e, serhevbûna wan e. Muzik ji hêla erdnigariyeke taybet ve tê afirandin lê bi kapasiteya xwe ya derbasbûna ji sînoran, dibe zimanê hafizeyeke bêsînor. Melodiyeke ji çiyayên Sipanê Xelatê dikare hestên mirovekî li aliyê din ê cîhanê bihejîne û bibe beşek ji hafizeya wî. Belki hêza rastîn a muzîkê jî di vê paradoksê de be: ew bi erdnigariyeke taybet ve girêdayî ye lê di heman demê de azad e ku sînorên wê erdnigariyê derbas dike û dibe zimanekî gerdûnî.
- Niha em werin ser albûma te ya nû ku bi navê “HINAR” belav bû. Herwiha bi halê plak jî derket ev albûm. Bi rastî albûmeke xurt e, bi taybeti ji gotinên stranan ku çêjeke edebî jî ji wan difûre. Albûm di proseyeke çawa re derbas bû û HINAR çiyê ciyawaz pêşkêşî me dike?
- Amadekirina albûmê demeke dirêj dom kir. Min stranên albûmê di qonaxên cuda yên jiyana xwe da nivîsîn. Pêvajoya aranjman, studyo û mix-masteringê li Stenbolê nêzî du salan berdewam kir. Hemû gotin û piraniya besteyên HINARê ku ji neh stranan pêk tê, aidê min in. Di wî warî de albûm afirandina xweser a muzîsyeneke bajarîye ku helbesta dilê xwe bi şêweyên etnopop, etnosynth-pop û balatê dihone. Temayên gerdûnî yên wek evîn, hêvî, bêçaretî û yekîtîya dilî dike babet. Yekbûna hinarekê ji xwe ra dike metafor û îhtîmala lihevhatina hestên hundurîn dipirse. Gotinên kevneşopî û hin peyvên Kurdî yên ku ber bi windabûnê ve diçin jî nûve şîrove dike. Li ser kursiya aranjmanė muzisyenê hoste Hakan Gurbuz cih girt. Muzikjenên virtuoz ên weke Cenk Erdogan (gitar), Edîz Hafizoglu (dahol), Elif Dikeç (keyboard) kûrahiyeke mezin dan albûmê. HINAR di heman demê de van deh salên dawî yekem plaka Kurdî ye ku hate çapkirin. Ev ji bo parastina mîrateya muzikê û çanda Kurdî gaveke giring e.
- Bi ya te Komxebata Muzîka Kurdî (Kurmancî, Zazaki, Soranî û yd.) ku MESAMê di 17ê Avrêlê de li dar xist, valahiyeke çawa dadigire? Gelo em dikarin bibêjin ku samana muzikê ya çandî, ne tenê bi hafizeyê di heman deme de divê bi rêya hiqûqê jî were parastin?
Pêşî, ev komxebat ji bo naskirina fermî ya muzika Kurdî di warê mafên telifê de gaveke girîng e. Duyem, vê komxebatê platformek afirand ku hunermend, lêkolîner û pisporên muzika Kurdî (Kurmancî, Zazakî, Sorani û zaravayên din) bikarin lê bicivin, tecrubeyan parve bikin û stratejiyên hevpar ji bo parastina vê çandê bi pêş bixin. Dîyar e ku xebateke sistematik dê ji bo arşivkirina muzika Kurdî were kirin. Parastina hiqûqî dê bibe alikar ku hunermendên Kurd bikarin ji ber karên xwe yên afirîner mafên aborî bi awayekî adîlane bi dest bixin. Ev yek de wan teşwiq bike ku bêtir berheman biafirînin. Dîsa parastina hiqûqî dê bibe bendek li dijî dizîna çandî û dabaşên muzîkên din ên ku melodî û awazên Kurdî bê destûr bi kar tînin û li ser navê xwe dinivîsin. Lê belê, divê em bizanin ku berdewamiya van xebatan neyê; wê bibe hewildaneke sist. Hêvidar im MESAM vê rola xwe ya girîng bi awayekî serkeftî pêk bîne û ji bo hemû saziyên muzikê bibe minakeke baş.
Çavkanî: Ji kovara Vîzyonê hat wergirtin