Share |

2yemîn Mîhrîcana Govendê li Amedê bi coşek mezin dawî bû

2yemîn Mîhrîcana Govendê li Amedê
2yemîn Mîhrîcana Govendê li Amedê

Mihrîcan Govendê  ya diwemîn di 31ê Cotmehê (roja şemiyê) de saet di 14.00an de bi meşeke gelêrî ya ku ji Qada Şêx Seîd heta ÇandAmedê bi cil û bergên herêmî û neteweyî pêk be, dest pê kir.

Di bernameya mihrîcanê de ku meş, panel, pêşandana komên govendê û konser cih digirin, komên ji gelek bajar û herêman wê çanda govendê ya kurdî pêşkêş bikin.

2yemîn Mîhrîcana Govendê ya bi dirûşmeya “Mil bi mil, ber bi aştiyê ve” diyarî şehîdên Kurdistanê hate kirin, bi coşeke mezin dawî bû.

Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Çand, Huner û Wêje ya Jinan (KASED), Sanatça Organîzasyon û Komeleya Dîcle ya Çand û Hunerê ve 2yemîn Mihrîcana Govendê ya bi dirûşma “Mil bi mil ber bi aştiyê ve” duh destpê kiribû, diyarî şehîd Kasim Engîn, Ferîde Yildiz û şehîdên Kurdistanê hate kirin. Mîhrîcana ku govendên her çar parçeyên Kurdistanê anî cem hev bi gerandina govendên heremî gel coşand. Her wiha ji ber şert û mercan komên ku ji Rojava nehatibûn bi dîmen tevlî bernameyê bûn û govendên ji Rojavayê Kurdistanê hatin temaşekirin.

 

Piştî govendan Neslîhan Edîş derket li ser dikê û stran got. Mîhrîcan bi stran û gerandina govendan bi dawî bû.

 

 

Amed / AW