Share |

8’emîn Mîhrîcana Şanoyê li Amedê bi dawî hat

 

  8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi coş û kelecanek mezin bi lîstikên hatin lîstin ve bi dawî bû. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Ozcan Ateş, diyar kir ku ew ji bo Jîna Emînî, girtiyên nexweş, tecrîd û çapemeniya azad li ser dikê ne.  

 

8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi dirûşma “Va Cûdî û va ye ev ax” di 20’ê cotmehê de dest pê kir û duh bi dawî bû. Mihrîcana ku li eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li Semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê hat lidarxistin, bi tevlîbûna dehan kesan pêk hat. Mihrîcan di roja dawiyê de bi lîstikên hatin nîşandan ve rastî eleqeyek mezin hat û demên xweş hatin jiyîn.

Ji Duhok, Kerkûk, ji Ûrmiye, Wan Stenbol heta Hambûrgê gelek lîstikên li wan deran karên şanoyê dikin bi lîstikên xwe bibûn mêvanên Amedê. Di çarçoveya festîvalê de  çend semîner jî li ser şanoyê li dar ketin. Her wiha li ser derhêneriya şanoyê jî atolyeyeke li darketin. Derhêner û lîstikvan Berfîn Zenderlîoglu atolyeyê bi rê ve birbû.

Hêjayê gotinê ye ku festîvala di navbera 20-30'ê meha cotmehê de li dar ket û gelek lîstik hatin nîşandan. Festîvala ku bi diruşma "Va Cûdî Û va ye ev ax"  di 20'ê mehê saet 20.30 de bi lîstika "Hema Hema Jin Elîzabeth"ê dest pê kirbû . Festîval 30'ê mehê bi lîstika "Haylo Dîsa Tevlihev Bû" dê bi dawî hat.