Share |

Melek Rojhat berhemeke nû belav kir

Hunermend Melek Rojhat, nûtirîn berhema xwe bi navê 'Potporî' bi helkefta cejna Newrozê ji bo hezkiriyên xwe belav kir.

 

Ev berhem ji çend stranan pêk tê, ew jî strana 'Yar Heybet' ku gotin û awazên wê gelerî ne, 'Yar hey can' ku ji gotinên Melek Rojhat e û awazên geleriye.

 

Ev berhem, weke vîdyoklîp berhem hatiye û Reyan Şêlazî karê derhêneriyê jê re kiriye û li sînorê qeza Amêdiyê li Başûrê Kurdistanê hatiye wêne girtin.

 

Melek Rojhat niha li Hewlêrê ye û ew bi xwe dibêje dê hinek kar û xebatên wê yên hunerî li Başûrê Kurdistanê hebin.

 

Melek Rojhat li ser berhema xwe ya dawî û karû xebatên xwe beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û bersiva pirsên Sîma Abxizir da.

 

Hunermend Melek Rojhat amaje bi wê dike ku gelek hunermend hatine destesekirin û got, “Ev 5 sal e nikarim biçim Bakurê Kurdistanê.”

 

Melek Rojhat li Elbak a Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji dayk bûye, ji zarokatiya xwe ve dest bi strangotinê kiriye, di sala 2002ê de yekemîn albuma xwe bi navê 'Eşqa Dilan' belav kir, di sala 2006ê albuma duyemîn a bi navê 'Jana Evînê' belav kir, di 2007ê de jî bo cara yekemîn serdana Başûrê Kurdistanê kir û li wir çend konsert saz kirin.

Hewlêr (Rûdaw)