Share |

Hunermendê Kurd Seîd Gabarî koça dawî kir

Hunermendê Kurd Seîd Gabarî
Hunermendê Kurd Seîd Gabarî

Hunermendê Kurd Seîd Gabarî di temenê xwe yî 64 dalî de bi egera nexweşiya pemceşerê di sibeha roja 4 gulana 2020an de li nexweşxaneya Serdem ya bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Seîd Gabarî stûneke hunera kurdî ku li behtirî 40 salane strana kurdî çêdike û dibêje û xizmeta hûner û folklora kurdî dike di 13ê Nîsana 1956’an de li gundê “Xirbê kejê” yê girêdayî bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çavê xwe li jiyane vekir û di jiyê 8 salî de ji ber nexweşiyê roniya çavên xwe winda dike û bi wî hawî jiyana xwe bi zor zehmetîk mezin didomîne û her wan salan de dest bi stran gotinê dike.

Nemir Seîd Gabarî di sala 1966’an helbestvanên navdarê Kurd Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas dike û herdu helbestvana bandoreke mezin li wî kirine û alîkariya wî kirine û han dane bo stran gotinê û wî di wê deme de dest bi muzîkê kir û helbestên her du helbestvanan kir stran û di sala 1967an de dest pê dike xwe hînî lêxistina tembûrê (bizqê) dike û piştî du salan, di 1969 de yekem car derdikeve ser dike û strana dibêje û ew bû pêngava wî ya yekem û ji wir û pêde navê wî derdikevê bi taybetî piştî  sala 1970 de ku ji ber straneke şoreşgerî li konsereke mezin li Qamişlokê hat girtin. Wî pir eşkence û zehmetên bi êş dîtin û gotinên stran û awazên Kurdî lê qedexe kirin. Lê Seîd Gabarî xwe ti carî ji stran û awaz û gotinên Kurdî dûr nekir û stêra wî geş bû bi strana “Ey bilbilê dilşad” peyvên Seydayê tîrêj piştî şikestina şoreşa başûrê kurdistanê sala 1975an û nav û denge wî li Kurdistanê belav bû.

Seîd Gabarî bi dehan stranîn şoreşgerî û evîndarî gotine, yek ji stranên wî yên gelekî naskirî Bilbilê Dilşad e, ku seydayê Tîrêj nivîsandibû. Herwiha wekî hunermendekî şoreşger di nava şoreşên Kurdan de cih girtibû û di sala 1980an derbasî Başûrê Kurdistanê bibû û bi hunera xwe cih di nava pêşmergeyan girtibû û di destpêka salên 1980an de derbasî Ewrupa bibû û li welatê Elmaniya neştecih bibû heya van salên dawiyê ku piştî salên 2000î vegeriya bû herêma kurdistanê û li bajarê Hewlêrê bicîh bibû heya koça xwe ya dawiyê kir .

Em bi navê dezgeha Sema ya çandî û hunerî em sersaxiyê ji malbata hunermendê navdar û dost û heval û hogirê wî re dixwazin. ku me bi dilekî xemgîn nûçeya oxirkirna Hunermend û dilsoz û heskiryê Kurd û Kurdistanê bihîst. Û Bi koçkirina Hunermendekî navdar mîna Se’îd Gabarî hunera kurdî sitûnek xweyî bilind winda kir û wê sax be di dilê gelê kurd de. Wek bilbilekî xemgîn li sere çiya û xwezaya kurdistanê wê her bixwîne û wê bi hunera xwe bi denge xwe bi awazê xwe ticarî namire.

 

Dezgeha Sema a çand û hunera kurdî