Share |

Piștî rêwîtîyek hunerî dirêj Hunermend Mihemed Elî Şakir oxira dawî kir

Hunermend Mihemed Elî Şakir wefat kir. Wî gotinên gelek stranan nivîsandibû, stranên wî ji aliyê Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz Şakir ve hatibûn xwendin.

Hunermendê kurd Mihemed Elî Şakir di sala 1946'an li navçeya Dirbêsiyê hatiye dinê.  Wî li Zanîngeha Helebê Beşa Wêjeya Îngilîz xwendiye. Şakir hunermendekî pir rengîn bû. Wêne çêdikir, xetkêş bû, gotinên stranan dinivîsand û ew bi xwe jî distra.

Şakir di jiyana xwe de bi sedan stran çêkirin. "Eman dilo", "Rabe ji xewê", "Ez dil ketim wan çavan", "Kurdistan ger tu nebî", "Ber dilê min pir şêrîn e", "Kanî nazdar", "Newroz", "Şevê dî min xewnek dî" hin stranên ku wî gotinên wan nivîsandibûn. Stranên wî ji aliyê hunermendên wekî Mehmûd Ezîk Şakir, Mihemed Şêxo û gelek hunermendên din ve hatin xwendin. Wî pirtûkek li ser muzîkê bi navê "60 helbest û saz" jî nivîsandibû.

Wî piraniya jiyana xwe li Serêkaniyê derbas kiriye û piştî dagirkirina Serê Kaniyê ew çû Amûdê.

Mihemet Elî Şakir îro li Qamişloyê wefat kir û li goristana șermola li bajarê Amûdê hat binaxkirin.

 

Diyarname