Share |

(Efrîn kesera di gewriya de-Hesreta di dilê wî de ma ) Hunermend Ciwan Hesen koça dawiyê kir

Hunermend Ciwan Hesen
Hunermend Ciwan Hesen

Hunermendê Kurd ê navdar, Ciwan Hesen, roja Pêncşemê 22ê Gulana 2025an, di 45 saliya xwe de, piştî ku  şewatek  li mala wî derketibû, bi giranî birîndar bûbû, serê sibê çû ser dilovaniya xwe.

 

Li gorî rapora bijîşkî ya ji aliyê nexweşxaneyek li Helebê ve hatî weşandin, ku ew di beşa lênêrîna giran de bû, bûyer roja Sêşemê 20ê Gulanê qewimî, dema ku agir bi mala hunermend ciwan Hesen li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê ket, di encamê de %95ê laşê wî şewitî.

 

Ciwan Hesen di sala 1980an de li bajarê Efrîn ji dayik bûye. Piştî ku komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyê bajar kontrol kirin, di sala 2018an de bajar terikand. Ew di destpêkê de çû herêma Şehba li bakurê Helebê, paşê bi jina xwe û sê zarokên xwe re li Amûdê bi cih bû, li wir neh mehan wekî pêşkêşvanê bernameyan ji bo Radyoya Arta fm, ku ji Amûdê weşanê dike, xebitî.

 

ciwan bi dengê xwe yê germ û stranên xwe yên Kurdî yên ku dilê gelê xwe dihejandin, dihat nasîn. Wî gelek berhem çêkirin û gotin, ku hin ji wan bûn beşek ji bîra hunerî ya Kurdî, û hejmarek hunermendên herêmê berhemên wî pêşkêş kirin.

 

Hunermendê rehmetî bi hejmarek stranên ku wî bi xwe nivîsandin û pêşkêş kirin, û her weha bi stranên ji bo hejmarek hunermendên din dihat nasîn. Wî her wiha wekî pêşkêşvan ji bo hejmarek dezgehên medyaya herêmî xebitî.

 

Cenazeyê hunermend ciwan Hesen  wê li gundê wî yê jidayikbûnê Gorda yê navçeya Cendêrîsê ya gundewarê Efrîn bê veşartin