
Pêşangeha Wêneyan a Newrozê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve hat organîzekirin û ji aliyê Komeleya Hunerê ya Wênekêşiyê ya Diyarbekirê (DÎFAK) ve piştgirî lê hat kirin, li Galeriya Navenda ÇandAmedê li 20 adara 2025an derkete pêşberî hunerhezan.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Seroka Daîreya Karên Çand û Civakî Zeynep Yaş, endamên meclîsa şaredariyê û welatî tevlî vekirina pêşangehê bûn. Di pêşangehê de dîmenên pîrozbahiyên Newrozê yên salên borî yên Îran, Iraq, Sûriye û herêmê hebûn.
Hevşaredar Dogan Hatûn serdana pêşangehê kir û der barê wêneyan de ji Seroka Daîreya Karên Çand û Civakî Zeynep Yaş agahî girt.
Pêşangeh dê mehekê li Galeriya Navenda Çand Amedê ji bo mêvanan vekirî be.