
Ji bo ku mirov jiyana Êzidiyan di kampan de fêm bikin, kurekî Kurd ew hemû bi wêneyan birin Almanya.
Rewand Cewad , wênekêşekî Kurd, dehemîn pêşangeha xwe li Almanyali roja înê 16 gulanê vekir.
Rewand Cewad got , "Wêneyên pêşangehê êşa penaberên Kurd li kampên Başûrê Kurdistanê nîşan didin."
Herweha berdewam kir û got, "Min li Parîs, London û Dewletên Yekbûyî pêşangehên wênekêşiyê li dar xistine, lê ez pir kêfxweş im ku dîyasporaya Kurd li Almanya û gelê Alman min pir baş pêşwazî kirin."
Hêjayî gotinê ye lu di pêşangehê de 16 wêneyên ku ji aliyê rojnamevan Rewand Cewad Samal ve li kampên Êzîdiyan li başûrê Kurdistanê hatine kişandin, hatin pêşkêş kirin. Wêne êş û azarên malbatên Êzîdî piştî komkujiyê nîşan didin, piraniya wêneyan zarokên ku li ber konan rawestiyane nîşan didin.