
Hunermendê Kurd Remezan Necim Omerî di roja pêncşemê 17ê Nîsana 2025an di temenê 85 saliyê de li bajarê xwe bajarê Dirbêsiyê yê girêdayî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di temenê 86 saliyê de ji ber nexweşiya felcê ku ji encama kirîza mejî pêk hatinû beriya zêdeyî salekê û koça dawî kir.
Remezan Necim Omerî di sala 1940î de li gundê Sêgira yê girêdayî Dirbêsiyê ji dayik bûye. Di salên 1950’î de dema li Helebê dijiya, di bin perwerdehiya hunermend Naîm Delal de fêrî lêdana ûdê bû.
Di sala 1971ê de diçe Lubnanê û li gel hunermendên kurd Mihemed Şêxo û Mehmûd Ezîz beşdarî çend konsertan dibe. Û paşî wê di sala 1975an de diçe Radyoya Bexdayê û li wir komek stran ji bo beşa kurdî tomar dike.
Di sala 1984an de yekem albûma xwe li Helebê derdixe û piştî wê jî sê albûmên din derdixîne. Di arşîva wî ya hunerî de nêzî 80 stran hene. Hunermendê nemir heta wefata xwe li bajarê xwe Dirbêsiyê dijiya .
Di sala 2018an de, dezgeha ARTA a Medya û geşepêdanê ew hêjayî xelata Arta ji bo Dahênan û Afirandinê dît û rêzlênan li ked û xebata wî ya hunerî ku bi dehên sala dirêj girt .