Share |

Navdarên Kurd : DR. Nûredîn Zaza (1919-1988) di 34 saliya oxirkirna xwe de

DR. Nûredîn Zaza  (1919-1988)
DR. Nûredîn Zaza (1919-1988)

Nûredîn Zaza (di 15ê sibata 1919an li Madenê, Împeratoriya Osmanî ji dayik bûye – û di meha 7ê çiriya pêşîn 1988 li Lozanê, Swîsre koça xwe ya dawî kirye), ramyar, nivîskar, rewşenbîr, damezrenêr û yekemîn serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê bû.

 

Nûredîn Zaza kar û xebat û jiyana xwe kiribû bin xizmeta miletê xwe yê kurd de. Ji xwe ew di nav maleke kurdperwer de rabûbû. Bavê wî Ûsiv Efendî û birayê wî yê mezin Ehmed Nafiz Beg, hevalbendên Şêx Seîd bûn di şoreşa kurdî sala 1925an de dijî dewleta tirk ya nijadperest. Pismamê wî Osman Efendî di wê şoreşê de jiyana xwe ji dest dabû.

 

Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd û bûyerên xirab li Bakurê Kurdistanê, desthilata tirk, Dr. Nafiz kiribû bin çavan de û derfet lê teng kiribû û emrê sergûna Izmîrê jê re derxistibû. Vêce ew mecbûr bûbû ku çarekekê ji xwe re bibînê. Di sala 1930î de, ew û bira yê xwe yê piçûk Nûredîn binxet dibin Sûriyê ku di bin mandata Fransayê de bû. Dr Ehmed Nafiz, kesatiyeke hekîm, tekûz û mêrxas bû. Hatina wî ya Kurdistana Sûriyê bû hêzeke nû ji Xoybûnê re. Ew roleke girîng tê de dileyîze û di salên çilan de serokatiya wê dike. Di warê bijîşkiyê de Dr Nafiz bi kar û xebateke mezin li herêma Cizîra Sûrî dirabe. Wê çaxê, êş û nexweşîyên weke êşa zirav, melariya, tîfo, sorik û xûrî belav bûn û mezin û piçûk bi wan êşan diçûn. Dr. Nafiz êşên cih nas kirin û li ser destên wî yên pîroz bi dihên hezran nexweş saxbûn. Ji lewra, baweriya xelkê bi bijîşkiya Dr. Nafiz zêde bû û nav û dengên wî ne tenê li herêma Cizîrê, lê belê di Sûrî tevî de belav bûbû.

 

Nûredîn vêce, li Rojavaya Kurdistanê di bin sih û perwedeya Dr. Nafiz de mezin dibe. Ew ne tenê bira ye jê re, lê belê ew dibe bav û mamoste û rêber jî. Herwesa, Nûredînê piçûk, di nav civata welatparêz û girgirekên kurdan de mezin dibe. Di salên sihan de, gelek şoreşger û rewşenbîrên kurdan ji ber zilm û zora rêjîma Atatürk ya nijadperest binxet bûbûn Sûriyê. Ji wan Memdûh Selîm, Mîr Celadet û Kamîran Bedirxan, Qedrî Beg û Ekrem Cemîl Paşa, Hemze Begê Miqsî, Haco Axa, Evdirrehman Axayê Eliyê Ûnis, Nûrî Dêrsimî, endeziyar Arif Ebas û hin dîtir. Wê tesîra wan camêran di warê netewe-perweriyê de li Nûredîn hebe. Bi wext re, wê Nûredînê dagirtî bi rihê şoreşvaniyê bide ser şopa wan û barê kurdîtiyê giran bigire xwe û doza mafên gelê xwe yê kurd bike.

 

Çalakî û xebatên Nûredîn Zaza

Ew kuştar û qetlîamên mezin, ku dewleta tirk dijê kurdan li Bakur û nexasim li Dêrsimê pêk tanî, Nûredîn di dil de têşîne. Vêce ew raporekê derbarî wan bûyerên xirab û hov dinivîse û dide pêşiya hevalên xwe ji xwendekarên dibistana fransawî li Şamê û çendek ji xwendekarê tara kurdan û diçin radestî balyozxaneyên dewletên biyanî dikin.

Di sala 1937an de, dîse jî bi serokatiya Nûredîn, civateke xwendekaran bi navê Hêvî li Şamê tê damezrandin. Civata Hêvî, rihê netewî di nav xwendekarên kurd de geş dike û pirsa gelê xwe bi rê ya balyozxaneyên derve ku li Şamê heyî, digihîne Lîga Neteweyan.

Di paşiya sala 1937an de, Nûredîn Zaza û çend hevalên xwe, tîmeke fûtbolê bi navê Kurdistan li Şamê çêdikin. Tîma Kurdistan pir xweş dileyize û pêlewaniya Sûrî distîne.

Nûredînê 20 salî, çalak û jêhatiyê di warê rojnamegeriyê de. Di nivîsên xwe de, ew tekez dike ser fêrkirina zimanê kurdî û di kovarên Hawar û Ronahî de berhemên wî hene. Mîr Celadet Bedirxan, çîrokên wî yên kurt bilind dinirxîne û wî weke Çexovê kurdan bi nav dike[çavkanî hewce ye].

Bûyera kû di sala 1942an de bi Nûredîn re di tirênê de qewimî bû (xwe ji tirênê avêtibû) û helwesta wî ya cesûr bi herdû mamosteyên tirk û cendirmeyan re, didin xuyanîn bê çiqas ew mirovekî zane mêrxas bû.

Nûredîn, her û her amade ye ku tiştekî ji miletê xwe yê kurd re bike. Gava jê re dibêjin: em dikarin te bigihînin nik seydayê Barzanî û komela Hêwa, ew yekser qebûl dike, û dev ji mal û mewdanên xwe digere û diçe. Lê mixabin, wan li ser sînorê Sûrî bi Iraqê re digirin û salekê Nûredîn di girtîgehên Mûsil û Emara û Bexdayê de girtî dimîne.

Li Bêrûdê, sala 1945an, dema ku Nûredîn Zaza xwendina xwe li zanîngiha fransawî dike, ew şûna Mîr Kamîran Bedirxan di Radyoya Libnanê - beşê kurdî de digire û bi karekî mezin di behiskirina pirsa kurdî û ragihandina xeber û nûçeyan ji her çar parçeyên Kurdistanê dirabe. Piştî ku hikûmeta Libnanê beşê kurdî di Radyoyê de digire, Nûredîn dibistanekê şevane diveke ji bo kurdên Libnanê fêrbike zimanê kurdî.

Di sal 1947an de, Nûredîn Zaza derenca Lîsans di zanîstên siyasî de ji Zanîngiha Fransayê li Bêrûdê distînê û berê xwe dide Swîsreyê da xwendina xwe ya bilind bidomînê.

Li Swisreyê, qonaxeke nû û girîng di jiyana Nûredîn Zaza de dest pê dike. Ew çiwe wir xwendina xwe temam bike, lê pirsa miletê wî yê kurd di bîrê de ye. Wî li ser xwe ferz didît ku her xizmetê jê re bikê. Sekin ji Nûredîn re nîn e. Li Zanîngeha Lozanê, ew di ber xwendina xwe re, kurd û Kurdistanê bi xwendekaran dide naskirin. Gava dibîne ku xwendekarên kurd hewceyî rêxistinekê ne ku wan bide hev û bi heve girêde (da bikaribin bi awakî fermî dan û sitandin û têkiliyan bi berpirsiyarên swîsrî û rêxistinên biyanî re pêk bênin), ew komela xwendekarên kurd li Ewropayê sala 1949an didamezrîne û dibe serokê wê û kovarekê bi sernavê Dengê Kurdistan derdixin.

Nûredînê zane, degel, û cesûr, illeh deng û pirsa miletê xwe û zilm û zor û te’dariya ku lê tê kirin bigihîne sazî, forûm û kongireyên navnetewî ku li Ewropayê dihatin lidarxistin. Li Budapêştê paytexta Mecaristanê, di Festîvala Xortên Cîhanê de, sala 1949an, bi ser hemû astengiyên ku partiyên komunîst yên rojhilata navîn (ya sûrî, tirkî û îranî) li pêşiyê didanîn, wî weke nûnerê kurdan xwe têde ferzkir û qesîdek li ser rêber û lehengê neteweya kurd Mistefa Barzanî li pêşiya 5000 kesî xwend. Piştî çend rojan ji wê Festîvalê, li Sofyayê paytexta Bulgaristanê li kongireya xwendekarên cîhanê, wî weke nûnerê Kurdistanê qebûl dikin. Nûredîn Zaza di bîranînên xwe de dibêje: "Ew serkeftineke mezin bû. Vêce ez rehet û bi dilekî xweş vegerehame Swîsreyê"[çavkanî hewce ye].

Li Fransayê jî wilo, gava Neteweyên Yekbûyî, cihê xwe di Sera Şapo de digirt, Nûredîn endamê şandekê bû ku raporekê ser rewşa kurdan bide, bizav û hewildanên xwe dike ku bigihe nûnerên dewletan de guh bidin pirsa kurdî û wê di cìvînê de guft û go bikin û li her derê jî wilo, Nûredîn bêtexsîr e. Raste Nûredîn yek bû, lê wî hamberî 100 çalakvanî kar û xebat dikir.

 

Nûredîn Zaza û Yekîtiya Xwedekarên Kurd li Ewropayê

Di sala 1956an de, Nûredîn Zaza du karên pir girîng pêk tîne. Yê pêşî, ew doktoriya di zanistên perwedeyiyê de ji zanîngiha Lozanê werdigre. Karê didwan, ew Yekîtiya Xwedekarên Kurd li Ewropayê didamezrîne. Dûv re, ew dide rê û divegere Sûriyê. Di bîranînên xwe de Bîranîn¡, Dr Nûredîn Zaza dinivîse: “di paşiya hezîrana sala 1956an de, ez bi hisret bûm ku ez tiştekî ji kurdan re bikim. Min rabû da rê, di rêya deryayê re Îtalya-Bêrûd, berê xwe da Sûriyê. Li Bêrûtê, piştî 9 salan ji mayîna li xurbetê, bira yê min yê mezin Dr Nafiz û hin dostên me yên dilsoz, hatibûn pêşwaziya min. Çawa ez ji gemiyê peyabûm, min naskir ku Kurdên Sûriyê ji mêj ve li hêviya vegera minin. Vêce gelo ezê bikaribim wan ji bin sitem û te’dariyê xilas bikim û maf û daxwaz û meremên wan di heyif û salên werin de bi cih bênim, yan na?!”[çavkanî hewce ye].

 

Nûredîn Zaza û Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê

Li Sûriyê, Nûredîn Zaza dibîne ku rewşa miletê kurd xirab e. Ji kinarekî ve, kurd ji nijadperestiya partiya Be's di metirsiyê de ne. Li kinarê dîtir, Partiya Komunîsta Sûriyê, ya qaşo Internasyonalîst, xwe ji neteweya ereban re kiribû parêzer, lê li dijê kurdan derdiket, hinga doza mafên xwe yên neteweyî dikirin û ew bi şovînîzmê tometbar dikirin. Nûredîn Zaza dinivîse: “di rewşeke wesa, min avakirina rêxistineke ku karibe nasnama gelê Kurd biparêze û doza mafê wan yên rewa bike, pêwîst didît. Li Şamê, xwendekarên Gemnazyom û dibistanan pêkanîna wê projeyê ji min dixwestin. Herwesa, welatparêzên kevnare, mela, muxtar, û cotaryên sade di pêkanînîna wê projeyê de, pîşta min digirtin û di paşiya sala 1957an de, ew xewn pêkhat û Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (PDKS) hate damezrandi".

 

PDKS, ji serokatiya xwe re, Nûredîn Zaza dihilbijêre û di demeke kurt de gelek kurd tevlû Partiyê dibin. PDKS, karekî mezin di warê siyasî û rewşenbîrî û civakî di nav kurdan de dike, ji lewra nav û deng û bandora wê xurt dibe di nav kurdan de. Lê di salên 1958 - 1961ê de (dema yekîtiya Sûrî û Misrê), hikim di destê rêjîma Cemal Evdul Nasir ya dîktatûr de ye. Di wan her sê salan de rewşa siyasî, ewlekarî û aborî li Sûriyê kambax dibe. Berdevkê Nasir li Sûriyê Evdihemîd Elserrac û hêzên parastinê, te’dariyeke xirab li xelkê dikin û nemaze li kurdan û helbet li PDKS, ku hebûna wê weke xetereke mezin li ser yekbûna dewleta erebî dibînin. Vêce rêjîma Nasir, hemû bela û bêtarên xwe yên siyasî û aborî dike sukra gelê kurd de û PDKS de. Di çend rojan de, li dora 5000 endamên PDKS û serokê wê Nûredîn Zaza têne girtin. Piştî çendkê, behra mezin ji hevalan têne berdan. Nûredîn Zaza û 31 heval di hepis û zindanên Helebê û Şamê (Mezê) de girtî dimînin. Girtiyên kurd gelekî têne lêxistin û îşkencekirin. Belê, behra mezin ji jiyana Nûredîn Zaza di siyasetê de çû. Lê di heman demê de, ew nivîskar û rewşenbîrekî mezin bû. Wî bi sedan gotar di rojname û kovarên kurdî Hawar û Ronahî û biyanî de nivîstibûn. Herwesa wî Destana Memê Alan ji nûve çapkiribû û pêşgotineke hêja jê re nivîstibû û di sala 1982an de, wî pirtûkek bi navê Ma vie de Kurde (“Jiyana min a Kurdî, yan jî Hewara miletê Kurd”) nivîstibû, tê de behsa jiyan û xebata xwe ya netewî di ber pirsa kurdî û Kurdistanê de kiribû. Her wisa Nûredîn Zaza giringiyeke mezin dida pirsa zimanê kurdî û pêşxistina wî. Di banga xwe de Nûredîn Zaza ji kurdan re gotibû: “Gelî Kurdan! Heger hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin, berî her tiştî zimanê xwe bixwênin û bidin xwendin. Lê heger hûn dixwazin xwe nasbikin û xwe bidin naskirin û hizkirin, bi hevaltî û dostaniya miletên din bi pêş ve herin û bi rûmet û ser bilindî bijîn, dîse zimanê xwe bixwînin û bidin xwendinê”[çavkanî hewce ye].

 

Salên dawî yên Nûredîn Zaza li Swîsreyê

Dr Nûredîn Zaza salên xwe yên paşî li Swîsrayê dimîne. Li wir, ew di 1972an de bi keçeke swîsrî bi navê Gilberte Favre re dizewice û di 1973an de kurikê wan çêdibe, nav lê dikin Chango Valéry (Şêngo Valéry).

 

Nûredîn Zaza di 7ê çiriya paşîn a 1988an de, ji ber nexweşiya penceşêrê mir. Ew li goristana Bois-de-Vaux li bajarê Lozanê hat veşartin. [1]

 

Berhemên wî

Destana Memê Alan, Bahoz, Uppsala, Swêd, 1973.

Memê Alan, Çapxaney Korî Zanyarî Kurd, Bexda, 1977.

Ma vie de Kurde, Pierre-Marcel Fauvre Publi, SA, Lozan, 1982.

Keskesor, Weşanên Nûdemê, Stockholm, Swêd, 1995.

Bîranîn, Avesta, Stembol-Amed, 2008.

Gulê, Weşanên Lîs, Amed, 2015.

 

 

Jêder -ku.wikipedia.org-  www.institutkurde.org