Di dîrokê me de, gelek ronakbîr hizrên xwe kirin çira ,ji bo zanyariyê û evîna xak û maf , ji wan helbestvanê nemir Ferhad Içmo , û wekî her car , em nirxê saxa nagrin, û haja wan nabin ,
lê dema dimrin , em wan tînin ziman , û ev jî pirsekê bi xwe re tîne , gelo çima têkiliyên me tenê bi miryan re ye?!, û bi vî rengê em kêlek ji birînê xwe vedikin, ku bidin nasîn heta kîjan astî em wekî wêjevan û bîrnas ,dikarin têkiliyên xwe bi çand û kultorê xwe re , binyad bikin , û ev jî omîda ferhad bû û çi kesên yên bi awayî wî bar kirin bêdeng , ji cîhaneke bi qirecir…
di baweriya min de, ku helbestvanê resen zengilê jiyanê ye , di her serdemê de, ne daholê partî û desthilatdara ye , an rebenê kesayeta ye , ev tişt di hizr û giyanê ferhad Içmo de hatibû xuyakirin, wekê ku min di berhemên wî ya helbestî de hest kiribû, lewre xebatên wî ya wejeyî ,ket di rojeva pirs û lêgerînê , û bi vî awayî karibû di tora xwe de, nûnertiya perwer û dildarên kurdistanê bike, li vir jî dibêje:
Heger jiyan bibe derya
evîna te bi min pêle
heger viyan bibe tembûr
evîna te li ser têle
heger bihar bin ax bibe
evîna te xaç û kêle
lê cudabûnek di Ferhad Içmû de heye ,di derbarê nêzikbûna wî ji mijarên rexnî de, di şêweya helbestê de, wekî min dît di helbesta ya bi navê, -bersiv- dema dibêje:
Rexnevanî ka çiye?
Were ji bo min bêje
bihayê gotarekê
ma bi peyvên qirêj e
bi dîtina diriste.
Neb zimanê dirêje.
Û bandoreke wî taybetmend hebû di warê mijarên netewî de, ji ber bi awayekî niyaz û tenik welat şêwe dikir dorî reftarên kilasîkî û gotarbêjî, wekî hatibû xuyan di helbesta ya bi navê – kurdistan- :
ji nav baxên te
di bin berfê de
ji bo rojeke nû
hêlîn sar hiştin
çend hezar care
tu bûye bûka qîr û Hawar.
Û bi dûmahîkê de em dibêjin , şopê afrênerên zanyar û ronakbîr ti cara em bernadin , ji ber helbestên zanyar Ferhad içmo bi dawî nebûne , û her ji me tê xwastin ku em karwanê helbestê berdewam bikin ji bo maf û bedewbûn û azadî.